Hevşaredar bi şandeya Delegeya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê re civiyan

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun digel hevşaredarên navçeyan, bi heyeta Delegeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê re di şîvekê de hatin gel hev.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin (DBB) Demet Ceylan, û hevşaredarên navçeyên Kayapinar, Sûr, Yenîşehir û Rezanê, bi heyeta ku ji Alîkarê Balyozê Delegeya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Jurgis Vilcinskas û balyozên welatên endamên YE yên wekî Fransa, Awistriya, Portekîz, Belçîka, Îrlanda, Bulgaristan, Estonya, Yewnanîstan, Letonya, Lîtvanya, Luksembûrg, Malta, Romanya, Slovakya, Slovenya û Swêdê pêk dihat, li otelekê di şîvekê de hatin cem hev.

Piştî pêşwaziyê, hevşaredaran bi heyeta Delegeya YE ya Tirkiyeyê re li ser geşedanên rojane gotûbêj kirin û nêrînên xwe parve kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31