Print this page

Çalakiyên Şanoya Kurdî dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, çalakiyên şanoya Kurdî yên meha Mijdarê bi lîstika "Xulamê Du Xudanan" a ekîba ŞanoWan dest pê kir.

Çalakiyên şanoya Kurdî yên meha Mijdarê, ku ji aliyê Şanoyên Bajarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tên lidarxistin û xebatên xwe di bin Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî de didomînin, bi bernameyekê dest pê kirin ku tê de wê çar lîstik bi giştî şeş caran bên lîstin.

Di çarçoveya vekirinê de, lîstika "Xulamê Du Xudanan" (Xulamê Du Axayan), ku adaptasyona Kurdî ya berhema klasîk a nivîskarê Îtalî Carlo Goldoni "Il servitore di due padroni" ye û ji aliyê ekîba ŞanoWan ve hat lîstin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve pêşberî şanohezan. Lîstik, ku ji aliyê Zana Jarr ve li Kurdî hatiye wergerandin, derhêneriya wê Ferhad Feqî kiriye. Lîstikvanên ŞanoWan Ferhat Aslan, Eda Çavaş, Ercument Erdemir, Firat Atilgan, Îlayda Şengol, Nadiya Setvat, Seher Aslan û Welat Hakan Geçirgen bi performansa xwe gelekî hatin ecibandin.

Li Erxenî du pêşandanên cuda

Çalakî wê di 16'ê Mijdarê de li Erxenî berdewam bikin.

Saet di 13.00'an de, lîstika zarokan a ekîba Dîwan Akademî bi navê "Ka Clown" wê li Salona Konferansê ya Şaredariya Erxenîyê derkeve pêşberî zarokan.

Saet di 19.30'an de jî, ekîba Şaneşîn wê di heman salonê de lîstika "Ji Kela Dimdimê" pêşkêş bike.

Her wiha lîstika ŞanoWan a "Xulamê Du Xudanan" wê di 16'ê Mijdarê de saet di 19.30'an de careke din li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve pêşberî temaşevanan.

Pêşandanên dawî li Farqînê

Roja dawî ya çalakiyan, di 19'ê Mijdarê de wê du lîstikên cuda bên lîstin:

Saet di 15.00'an de, lîstika zarokan a Dîwan Akademî "Ka Clown" wê li Salona Konferansê ya Şaredariya Farqînê be.

Saet di 20.00'an de jî, lîstika "Bekoyê Ewan" a ekîba Yenisahne wê derkeve pêşberî şanohezan.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery