Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya "Ez Ji Amedê Hez Dikim, Qirêj Nakim" de, li çar têketinên sereke yên bajêr, yên wekî rêyên bejahî yên Mêrdîn, Elezîz, Farqîn û Rihayê, xebatên paqijiyê da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ku di 5'ê Hezîrana 2024'an, Roja Cîhanî ya Jîngehê de, bi dirûşma "Ez Ji Amedê Hez Dikim, Qirêj Nakim" dest pê kir, xebatên xwe didomîne.
Di çarçoveya xebatan de, tîmên ku 4 hezar selikên çopê bi cih kirin, piştî ku ji bo bermahiyên kolandinê (hafriyat), xirbe û zibilên ku tenduristiya mirov û jîngehê bixin xetereyê neyên avêtin, tabelayên hişyariyê li kêleka rêyan danîn, niha jî li 4 xalên sereke yên ketina bajêr dest bi xebatên paqijiyê kirin.
Li 4 xalên sereke yên têketina bajêr xebata paqijiyê
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, xebatên paqijiyê yên li 4 xalên sereke yên têketina bajêr, yên ku di bin berpirsiyariya Rêyên Bejahî de ne, ango li ser rêyên Mêrdîn, Elezîz, Farqîn û Rihayê kordîne dike. Xebatên paqijiyê ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, şaredariyên navçeyan û personelên Midûriyeta Herêma 9ê a Rêyên Bejahî ve bi hev re tên meşandin.
Remzi Erol, Midûrê Şaxa Parastina Jîngehê û Bermahiyên Kolandinê ya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, derbarê xebatê de agahî da û anî ziman ku di çarçoveya kampanyaya "Ez Ji Amedê Hez Dikim Qirêj Nakim" de, li 4 xalên sereke yên ketina bajêr dest bi xebatên paqijiyê kirine.
'Di rojekê de 160 kîs çop derket'
Erol anî ziman ku xebatên paqijiyê di bin kordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji aliyê Midûriyeta Herêma 9ê a Rêyên Bejahî, şaredariyên navçeyan û karmendên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ve tên kirin û got: "Duh, tenê li ser rêya Rihayê nêzîkî 160 kîs çop derket. Îro jî em li ser rêya Mêrdînê ne. Xebatên me yên paqijiyê wê berdewam bikin."
Werger: Omer Dilsoz
Â
