Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bernameya performansa DÎSKÎ ya sala 2026’an, budçe û guhertinên rêziknameyê gotûbêj kir û raporên komîsyonê yên têkildar nirxand. Hevşaredar Serra Bucak di civînê de axivî û aşkere kir ku xebatên ava vexwarinê û binesaziyê li deverên gundewarî dê ji Çungûşê heta Pasûrê bidomin.
Rûniştina şeşemîn a civîna meha Mijdarê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di avahiya xizmetguzariyê ya şaredariyê de hate lidarxistin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak serokatiya civînê kir û endamên meclîsê beşdar bûn. Di civînê de, ku budçeya sala 2026'an a Şaredariya Yenîşehîrê û bendên rojeva meclîsa giştî ya sala 2025'an a Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ hatin gotûbêjkirin; Bernameya performansa Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya sala 2026'an, budçeya bingehîn a bernameya sala 2026'an û raporên komîsyonê yên têkildarî guhertina rêziknameyê hatin nirxandin.
'Xebatên me yên gundewarî dê bidomin'
Hevşaredar Bucak di civînê de diyar kir ku DÎSKÎ dê di rojên pêş de ji bo veberhênanên gundewarî derkeve îhaleyê û dê xebatên av û kanalîzasyonê ji Çungûşê heta Pasûrê bidomînin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser ku pêşîniya wan ava vexwarinê ye û got:
"Li gorî lezgîniya her gundî dê gav bi gav xebatan bimeşînin. Em çûn gundên lezgîn, me lê mêze kir. Pêşîniyên me dê li vir bin. Ez ji bo vê yekê ji DÎSKÎ re serkeftinê dixwazim. Em ji şaredarên navçeyan jî di vê mijarê de piştgiriyê hêvî dikin."
Werger: Omer Dilsoz