Çalakiya 'Bazara Berdêlkirinê' hate lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo balê bikişîne ser çanda mezaxtinê û hevgirtinê zêde bike, çalakiya "Bazara Berdêlkirinê" li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Bazara Berdêlkirinê geriyan û bi welatiyan re sohbet kirin.

Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, bi hevkariya Komeleya Ekolojiyê ya Amedê re, ji bo li dijî çanda mezaxtinê parvekirinê berfireh bikin, bi dirûşma "Em her ku serf dikin, em diqedin, em bi parvekirinê zêde bibin" çalakiya "Bazara Berdêlkirinê" pêk anîn.

Li Bazara Berdêlkirinê ya li Sumerparkê; gelek kelûpelên wekî cil û berg, destûberên teknolojiyê, pirtûk, kovar, pêlîstok û zêrên cûrbecûr cih girtin. Li bazarê, welatiyan fersend dîtin ku kelûpelên xwe yên ku anîbûn, bi kelûpelên ku dixwazin biguherînin.

Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, daxwaz kir ku welatî eleqeyê nîşanî çalakiya ku ji bo balê bikişîne ser çanda mezaxtinê û hevgirtinê zêde bike, bidin.

Hevşaredar li Bazara Berdêlkirinê geriyan

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Hevberdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û endamên meclisê re, serdana Bazara Berdêlkirinê kirin û ji yekîneyên peywendîdar agahî li ser bazarê girtin. Hevşaredarên ku li Bazara Berdêlkirinê geriyan, bi welatiyan re sohbet kirin.

'Armanca me balkêşana ser adetên mezaxtinê ye'

Seroka Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî Evîn Dînar, ku der barê Bazara Berdêlkirinê de agahî da, destnîşan kir ku bi Bazara Berdêlkirinê ya ku bi Komeleya Ekolojiyê re li dar xistine, armanc dikin ku balê bikişînin ser adetên mezaxtinê. Dînar diyar kir ku ew armanc dikin hevgirtina civakî û çanda jiyana hevpar ji nû ve vejînin û wiha got:

"Îro her kesî tiştên xwe yên zêde yên ku bi kar nayînin, ji pirtûkê bigire heta pêlîstok, ji kelûpelên mitbaxê heta cil û berg û kirasan, li vir dan ber çavan. Yên ku hewcedariya wan pê hebû jî, karîbûn wan ji vir peyda bikin. Bazara danûstandin û hevgirtinê xizmeta vê armancê dike."

Bazarên danûstandin û hevgirtinê

Çilem Akkaya ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî anî ziman ku wan Bazara Berdêlkirinê ji bo ku kevneşopiyeke ku bi salan berê hebû ji nû ve bînin bîra mirovan, li dar xistine. Akkaya bi bîr xist ku berî belavbûna sîstema kapîtalîst, li gund, tax û bajaran bazarên danûstandin û hevgirtinê hebûn û destnîşan kir ku ev bazar di heman demê de bazarên hevgirtinê bûn. Akkaya wiha axivî:

"Mirov li hev diciviyan û bi hev re danûstandinê dikirin, ev ne tenê kiras an cil û bergek bû, carinan tov jî bû. Carinan jî tiştên wek ard (arvan) û nan jî dikarîbûn bibin û mirovan lêk berdêl dikirin. Îro adetên mezaxtinê yên ku sîstema kapîtalîst li me ferz kiriye, ji rê derketiye û diçe. Di serdemekê de ku em bi kampanyayên mîna sê bide yekê bistîne, zêdetir teşwîqî mezaxtinê dibin, me bi rastî jî Bazara Berdêlkirinê li dar xist da ku em ji mirovan re vebêjin bê ka mezaxtina zêde çawa me diqedîne û tîne hîçê."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery