Print this page

Hevşaredar beşdarî bîranîna Seyît Riza bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Qada Deriyê Çiyê beşdarî bîranîna ku ji bo salvegera kuştina Seyît Riza hatibû lidarxistin, bûn.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî bîranîna Seyît Riza bûn ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û Platforma Saziyên Demokratîk ve li Qada Deriyê Çiyê hatibû lidarxistin. Ji bilî hevşaredaran, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên demokratîk û girseyî, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr Gulşen Ozer û Abbas Şahin û her wiha gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.

Di daxuyaniya ku bi dirûşma "Me Çok Nedanî, Serê Me Bilind e, Em Ber Bi Azadiyê Diçin" hatibû dayîn de, hat destnîşankirin ku kuştina Seyît Riza di bîra civakê de şopên kûr hiştiye. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev bîranîn ne tenê bibîranîna êşa rabirdûyê ye, di heman demê de xwedîderketina li lêgerîna azadî û aştiyê ye ku îro jî didome."

Di dawiya daxuyaniyê de, daxwaza derxistina rastiyan û rûbirûbûna rabirdûyê hat kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery