Şaredarî Pêjgeha Amedê di Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê de dide nasîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê Pêjgeha Amedê di 7emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê de, ku di navbera 18-23’ê Mijdarê de bê lidarxistin, bide nasîn.

Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, ji bo 7emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê bernameyeke çalakiyê ya tijî amade kiriye. Di bernameyên ku dê li standa Şaredariyê bên lidarxistin de, dê şef, pisporên gastronomiyê, akademîsyen û lêkolîner çanda xwarinên dewlemend ên Amedê ji bo mêvanan bidin naskirin.

Di 18ê Mijdarê de dest pê dike

13.00: Şefên Mezopotamyayê dê li standa Şaredariya Bajarê Mezin bicivin. Dûv re, xwarinên Danûk û yên xwedî nîşaneya erdnîgarî ne dê bên pêşkêşkirin.

14.00: Gastronomîst Alaaddin Kiliç dê pêşkêşkirina xwarinan û îkramê bike.

15.00: Kiliç dê bi gotûbêj û performansa bi sernavê “Pêjgeha Sifir Gilêş” re xwe bigihîne ziyaretvanan.

Dawiya Rojê: Şukran Guneş dê qala cihê birinca Qerejdaxê di mîrata çandî de bike.

Bernameya 19 – 20ê Mijdarê

Çalakiyên 19 û 20ê Mijdarê jî dê bi îkrama Danûkê dest pê bikin.

19ê Mijdarê, 15.00: Lêkolîner-Nivîskar Îsa Tekîn û Gastronomîst Alaaddîn Kiliç dê performansa “Çanda Parhraçê” pêk bînin.

20ê Mijdarê: Cuneyt Ateş dê li ser berhemên Amedê yên xwedî nîşaneya erdnîgarî  gotûbêjekê bike.

20ê Mijdarê, 15.00: Şef Şeymus Dogan dê bi sernavê “Çanda Aşika Nardanê” pêşkêşiyeke bi performans bike.

Di 21ê Mijdarê de Panel û Gotûbêj

13.00: Piştî îkrama Danûkê, pêşkêşkirina xwarinên xwedî nîşaneya erdnîgariyê dê bidome.

14.00: Li ser taybetmendiyên çêkirina birinca Qerejdaxê dê panelek bê lidarxistin. Di panelê de Ergul Kanik, Osman Keskîn û mamosteyên aşpêjiyê cih bigirin.

16.00: Çixkiftecî Hasan Eskî dê qala kevneşopiya loqentevaniya Amedê bike.

Di 22 – 23ê Mijdarê de Pêşandanên Xwarinên Herêmî

22ê Mijdarê: Şef Ayten Ekinci û Şef Lale Uzar dê bi performansê, çêkirina Penîrê Honayî yê Amedê yê navdar bidin nasîn.

23ê Mijdarê: Nivîskara Gastronomiyê Fîlîz Parlak, dê hem li ser pêjgeha Amedê gotûbêjekê bike hem jî performansa “Danîna Zeytûnên Reş û Kesk” pêk bîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery