Print this page

Rêgeha otobûsa şaredariyê ber bi Kela Zerzevanê ve

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, seferên otobusan ber bi Kela Zerzevanê ya dîrokî ve dide destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo ku pêwîstiyên veguhastinê yên welatiyan bi cî bîne û beşdariyê di potansiyela turîzmê ya herêmê de bike, berdewam e ku di rêyên veguhastina giştî de sererastkirinan bike. Di vê çarçoveyê de, Kela Zerzevanê li ser rêya xeta bi koda ÇM ya ku di navbera Otogara Navçeyan a Rojhilat û Gundê Şorşîpê de xizmetê dide, hate zêdekirin.

Destpêk: Duşem, 17ê Mijdarê

Bi sererastkirina nû ya ku dê di 17ê Mijdarê de dest pê bike, otobusên bi koda ÇM dê rêgeha jêrîn bişopînin û hatûçûnê pêk bînin.

Otogara Navçeyan a Rojhilat, Bulwara Mehmet Akif Ersoy, Bulwara Sezai Karakoç, Rêya Mêrdînê ya Nû, Tesîsên Bêhnvedanê yên Çinara Kesk, Çarûxî, Borsaya Heywanên Zindî, Hîpodroma Amedê, Diknî, Çinar/Xana Axpar, Barbarû, Xanika Jêr, Zerzêvan, Barê, Qerhêtan, Kela Zerzevanê û Gundê Şorşîpê.

Sefer dê ji bilî roja Yekşemê, 6 rojên hefteyê bên kirin.

Demên Seferan

CihDemên Seferan

Otogara Navçeyan a Rojhilat07.00 – 14.00

Gundê Şorşîpê08.15 – 15.15

Kela Zerzevanê

Kela Zerzevanê, ku li nêzî navçeya Çinara Amedê ye, devereke arkeolojîk a girîng e ku di serdema Împaratoriya Romayê de wekî garnîzonek leşkerî hatiye bikaranîn û bi cihê xwe yê stratejîk derdikeve pêş.

Di hundirê kelê de dîwar, birc, zêrîcên avê û dikeyanên rûniştinê hene, digel Perestgeha Mîthras a ku bala cîhanê dikişîne ser xwe. Kela Zerzevanê, ku di Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ye, yek ji cihên dîrokî yên herî zêde mêvankêş li herêmê ye.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery