Print this page

DÎSKÎyê li Farqînê 2 hezar û 800 metre xeta avê çêkir

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li Taxa Kortê ya Farqînê, xebatek nûkirina xetê ya hezar û 500 metreyî da destpêkirin û bi başkirina şebekeyê ya hezar û 300 metreyî li 3 cihên cuda, veguhastina avê xurt kir.

Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo xurtkirina binesaziya ava vexwarinê li seranserê bajêr, xebatên nûkirinê yên plankirî yên li ser bingehê tax û navçeyan didomîne. Di vê çarçoveyê de, bi lezgînî li pirsgirêkên veguhastinê yên li navçeya Farqînê hatine tespîtkirin, hat midaxelekirin û pirsgirêkên kêmasiya avê yên demeke dirêj berdewam dikirin, hatin çareserkirin.

Xebat li taxa Kortê hate destpêkirin

Di encama lêkolînên ku ji aliyê tîmên Şaxa Farqînê ya Serokatiya Daîreya Herêma 1. ya Kargehan a DÎSKÎ'yê ve li Taxa Kortê hatin kirin de, hat tespîtkirin ku şebeke ji ber gêca ku bi salan li ser hev kom bûye, bi temamî hatiye girtin. Kolanên muayeneyê, robotê dîtbarî û xebatên paqijkirinê yên bi piştgiriya vidanjoran, aşkere kirin ku xeta heyî êdî nikare karê xwe bike. Ji ber vê yekê, ji bo nûkirina xeta ku nêzî 20 sal berê hatiye danîn, di 12'ê Mijdarê de xebateke 8 rojan hate destpêkirin. Dema xebat biqede, 60 malên bi 320 nifûs wê bigihîjin ava vexwarinê ya tendurist; pirsgirêkên wekî windabûna zextê û herikîna ne birêkûpêk jî wê bi temamî bên çareserkirin.

‘Em xeta ava vexwarinê ya hezar û 500 metreyî nû dikin’

Serekê Şaxa Farqînê ya DÎSKÎ'yê Mahmut Orak, diyar kir ku xebatên ji bo ewlehiya ava vexwarinê didomin û der barê xebatên têne meşandin de ev agahî parve kir: “Wek Şaxa Farqînê ya DÎSKÎ'yê, em xeta ava vexwarinê ya hezar û 500 metreyî ku nêzî 20 sal berê hatibû çêkirin û çar salên dawî ji ber gêca avê herikîna wê zehmet bû, nû dikin. Xebata me ya danîna xeta nû ya şebekeya ava vexwarinê ku me li Taxa Kortê da destpêkirin, wê heşt rojan bidome. Li vir, xeta heyî ya ku temenê xwe yê fîzîkî temam kiriye, wê bi temamî were betalkirin û li şûna wê xeta veguhastinê ya nû were sazkirin. Berî niha jî, di encama xebatên me yên li sê taxên cuda ku ji ber gêca avê hatibûn girtin de, me xetên girtî betal kirin û bi giştî hezar û 300 metre xeta şebekeya ava vexwarinê ya nû danîbû.”

Welatî ji xebatên hatine kirin memnûn in

Muxtarê Taxa Kortê Azîz Ekîncî, der barê xebata DÎSKÎ'yê ya li taxên wan de dilxweşiya xwe anî ziman û got: “DÎSKÎ tê û xeta me ya girtî nû dike. Bi taybetî ji ber ku wan xet bi derfetên xwe çêkirine, ez spasiya wan dikim.”

Niştecihê taxê Cengiz Yavuz jî diyar kir ku xetên ava vexwarinê yên 20 sal berê hatine danîn, girtî ne û got, “Me li Farqîn û Amedê serî li DÎSKÎ'yê da û alîkariya me kirin. Niha xeta ava vexwarinê ya nû tê danîn. Em spasiya hemû tîmên ku hewl didin pirsgirêkên me çareser bikin, dikin.”

Li 3 cihan veguhastina avê hate xurtkirin

Ji bilî xebata li Taxa Kortê, tîmên DÎSKÎ'yê li sê taxên din ên Farqînê jî xebatên xurtkirina binesaziyê meşandin.

Li mezraya Yayikli ya Taxa Hecîreşkê, 100 metre xeta nû hate danîn, pirsgirêka veguhastinê ya ji ber cudahiya kotê derdiket holê, hate çareserkirin û 65 mal gihîştin ava tendurist.

Li Taxa Mîraliyan, pirsgirêka veguhastinê ya sê salan berdewam dikir, bi danîna 500 metreyî xeta nû hate xurtkirin û veguhastina ava 100 malî birêkûpêk bû.

Li Mezraya Gorduk ya Taxa Heşterê, xeta 700 metreyî ya li herêma kêmasiya veguhastinê hatibû tespîtkirin, hate nûkirin û pirsgirêka ava vexwarinê ya 25 malan hate çareserkirin.

Bi van xebatan re, li Silîvanê bi giştî 2 hezar û 800 metre xeta veguhastina ava vexwarinê hate nûkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery