Print this page

Hevşaredaran li kargeha nanê gel çavdêrî kirin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li ser kar û xebatên ku li Kargeha Nanê Gel tên meşandin, li cihê wê lêkolîn kirin.

Serokatiya Daîreya Karên Fenî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî têgihiştina şaredariya civakî, Kargeha Nanê Gel vedike. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Kargeha Nanê Gel a ku xebatên wê li Taxa Baxçeler a navçeya Rezan  didomin, lêkolîn kirin. Hevşaredaran, piştî agahdarkirina teknîkî ya li qada kargehê, bal kişandin ser sepandina tenduristî û ewlehiya kar, got ku divê kontrolên pêwîst bi rêkûpêk bên kirin û xwestin ku xebat di demek kurt de bi dawî bibin.

Rojane 100 hezar nan wê bên pehtin

Tesîsa ku li Taxa Baxçeler xwedî 4 hezar û 500 metrekare qada girtî ye, wê bi binesaziya hilberînê ya modern, bigihîje kapasîteya rojane ya 100 hezar nanî. Nanên ku wê di Kargeha Nanê Gel de bên pehtin, ku tê plankirin heta dawiya sala 2025'an bikeve ber xizmetê, wê bihayên guncav li buroyên nanê gel ên li çar aliyên bajêr ji bo hemû welatiyên Amedê, bi taybetî jî ji bo welatiyên ku dahata wan têra pêkanîna pêwîstiyên wan ên bingehîn nake, bên pêşkêşkirin. Kargeha ku wê bi makîneyên tam otomatîk û teknolojiya herî dawî were xemilandin, bi awayekî ku hem leza hilberînê zêde bike hem jî standardên paqijiyê bigihîne asta herî jor, hatiye dîzaynkirin. Bi temamkirina projeyê re, tê armanckirin ku Kargeha Nanê Gel bi pêşkêşkirina nanê bi bihayekî erzantir ji bo welatiyên bajêr, ji aliyê aborî ve bibe alîkariyek girîng.

Di dema lêkolînê de ligel Hevşaredaran, Hevberdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerin Turk, Azîz Ozdogan û Serdar Bakiroglu jî amade bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery