Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tev li daxuyaniya li ser zimanê Kurdî bû ku ji aliyê 750 sazîyên ku di nav de rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî heyî ve, hatibû kirin.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî, 750 sazî ku di nav de rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hebûn, li Parka Êkîn a navçeya Kayapinarê deklareasyona ku daxwazên derbarê Kurdî de dihundirîne, aşkere kir. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, parlamenter, Hevberdevka Meclîsa DBB'ê Demet Ceylan, endamên meclîsê, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî vê daxuyaniyê bûn.
Di deklerasyona ku hat aşkerekirin de, hat gotin ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û ev daxwaz hatin kirin:
"Zimanê Kurdî divê bi awayekî fermî bê nasîn û statuyeke destûrî bi dest bixe.
Kurdî divê di her qonaxa perwerdeyê de, ji dibistana pêşîn heta zanîngehê, bibe zimanê perwerdeyê.
Navên hemû cî û tiştên ku orîjînala wan Kurdî ye, lê hatine wergerandin bo Tirkî, divê li Kurdî werin vegerandin.
Hemû astengiyên yasayî/hiqûqî û yên fîilî yên li pêşiya Kurdî divê werin rakirin, Kurdî divê li her derê azad û serbest be.
Ji bo ku zimanê Kurdî bi awayekî mayînde azad û serbest bibe, divê nasnameya Kurdî bikeve bin temînatê destûrî."
Werger: Omer Dilsoz