Li Amedê, 7emîn Pêşangeha Gurmeyê û Tamên Herêmî yên Mezopotamyayê bi beşdariya 60 bajêr û 172 fîrmayan vebû. Standa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi mebesta danasîna metbexa bajêr vekiribû, bala beşdaran kişand.
7emîn Pêşangeha Gurmeyê û Tamên Herêmî yên Mezopotamyayê ku ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Pêşangeha Mezopotamyayê ve hatibû organîzekirin, vebû. Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerîn Turk, hevşaredarên navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî vekirinê bûn.
Piştî axaftinên vekirinê, beşdaran bi birîna qurdeleyê pêşangeh vekirin. Piştî vekirinê, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û kesên pê re, li standa Şaredariya Bajarê Mezin hatin cem hev. Ji mêvanan re xwarina Danûk û xwarinên bi nîşana cografîk hatin pêşkêşkirin.
Standa ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve hatibû vekirin, ku ji bo 7emîn Pêşangeha Gurmeyê ya Mezopotamyayê bernameyeke tijî çalakî amade kiribû, eleqeyeke mezin dît. Li standa Şaredariya Bajarê Mezin, aşpêj û pisporên gastronomiyê hem xwarinên taybet ên Amedê pêşkêş kirin hem jî çanda metbexa Amedê ya dewlemend ji mêvanan re dan nasîn.
31 cure tamên Amedê hatin pêşkêşkirin
Şaredariya Bajarê Mezin bi giştî 31 cure xwarin, şîranî û vexwarinên ku piraniya wan xwedî nîşana cografîk in, di pêşangehê de pêşkêş kirin.
Bernameya Çalakiyan
19-20 Mijdar (Mijdar)
19 Mijdar, Saet 15.00: Lêkolîner-Nivîskar Îsa Tekîn û Gastronomîst Alaaddîn Kiliç, dê performansa "Çanda Parhraç" pêşkêş bikin.
20 Mijdar: Cuneyt Ateş, dê li ser berhemên Amedê yên bi nîşana cografîk re sohbetekê pêk bîne.
20 Mijdar, Saet 15.00: Şef Şeymûs Dogan, dê bi sernavê "Çanda Nardan Aşî" pêşkêşiyeke bi performans bike.
21 Mijdar (Panel û Sohbet)
21 Mijdar, Saet 13.00: Piştî belavkirina Danûkê, dê pêşkêşkirina xwarinên bi nîşana cografîk bidome.
21 Mijdar, Saet 14.00: Dê li ser taybetmendiyên çêkirina birinca Qerejdaxê panelek were lidarxistin. Di panelê de Ergul Kanik, Osman Keskîn û mamosteyên aşpêjiyê dê cih bigirin.
21 Mijdar, Saet 16.00: Çîxkifteçî Hasan Eskî, dê behsa kevneşopiya loqentevaniya Diyarbekirê bike.
22-23 Mijdar (Pêşandanên Tamên Herêmî)
22 Mijdar: Şef Ayten Ekîncî û Şef Lale Ûzar, dê bi performansê çêkirina Penîrê Honayî yê Amedê yê navdar bidin nasîn.
23 Mijdar: Nivîskarê Gastronomiyê Fîlîz Parlak, dê hem li ser metbexa Diyarbekirê sohbet bike hem jî performansa "Çêkirina Zeytûna Reş û Kesk" pêk bîne.
Werger: Omer Dilsoz
Â
