Print this page

Hevşaredar Bucak, beşdarî daxuyaniya li Nisêbînê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî daxuyaniya ku têkildarî kampanyaya "Ji bo Jiyaneke Bêşîdet û Azad Gotina Me Neqediyaye, Em ê Şîdetê bi Hev re Rawestînin" li Nisêbînê hat dayîn, bû.

Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî kampanyaya “Ji bo Jiyaneke Bêşîdet û Azad Gotina Me Neqediyaye, Em ê Şîdetê bi Hev re Rawestînin” a ku par bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Şîdeta li Ser Jinan hatibû destpêkirin, deklarasyonek aşkere kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên jin ên şaredariyan û gelek jin beşdarî daxuyaniya ku li Navenda Jiyan û Hevgirtina Jinan a Navjîn a navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat lidarxistin, bûn.

Piştî axaftina vekirinê ya Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin; Kurdiya deklarasyonê Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan, Tirkî jî Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya xwend.

Di deklarasyona hat eşkerekirin de, bal hat kişandin ku şîdeta li dijî mafê jiyanê yê jinan êrîşeke polîtîk, sîstematîk û mêrserdest e. Di deklarasyonê de hat tekezkirin ku pirsgirêk bi rêbazên pergala baviksalarî nayên çareserkirin û hat diyarkirin ku çareserî di xurtkirina komînên civakî, vejandina nirxên exlaqî-polîtîk û derbaskirina zîhniyeta mêrserdest re derbas dibe.

Bîstanên bajêr, bazarên kedê

Di deklarasyonê de hat gotin: "Bi perspektîfa rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan, me salek berê kampanyaya ‘gotina me neqediyaye em ê şîdetê bi hev re rawestînin’ da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de, me bi têgihiştina xwe ya rêveberiya kolektîf ku jin û gel rasterast tevlê dibin, zû dest bi temîrkirina texrîbatên ku têgihiştina navendîparêz a qeyûman afirandibû, kir. Weke şaredariyên DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya xwe ya salekê de; me li bajarên xwe nexşeyên şîdet û xizaniya jinan derxistin. Di çarçoveya têkoşîna li dijî xizaniya jinan de; me bîstanên jinan ên bajêr ku dê kevneşopiya jiyana komînal bidomînin, ava kirin. Me ji bo jin û zarokan bankeyên cilûbergan û bazarên keda jinan ava kirin. Di 369 xebatên perwerde û hişmendiyê de xwe gihandin nêzî 12.411 jinan û armanc ew bû ku rolên civakî bên lêpirsîn û nêrîneke bêşîdet û wekhev were belavkirin."

Bi jinan re têkiliya rasterast hat danîn

Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku li her qada jiyanê rêbazên têkoşîna li dijî şîdetê hatine berfirehkirin û di vê çarçoveyê de li 45 şaredariyan "Belgeya helwesta têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayenda civakî" hatiye îmzekirin û cih da van xebatan:

“Di çarçoveya kampanyayê de em bi jinan re di nava têkiliyeke berdewam de bûn, me serdanên piştevaniyê li esnafên jin kirin, di van serdanan de em gihiştin nêzî 2.601 esnafên jin. Dîsa bi 189 standên ku me ava kirin, me bi nêzî 14.958 jinan re têkilî danî û saziyên jinan ên ku dikarin li hemberî pirsgirêkan serî li wan bidin, parve kirin. Di nava salekê de me hedef kir ku bi jinan re têkiliya rasterast deynin. Di vê çarçoveyê de me 225 hevdîtinên jinan pêk anîn û em bi 28.991 jinan re hatin ba hev. Di hevdîtinên ku me bi armanca parkên bajêr bikin yek ji qadên jiyanê yên jinan de pêk anîn de, em gihiştin nêzî 25.433 jinan. Nêzî 8.500 jin beşdarî festîvalên jinan ên ku me ji bo çanda jinê ya di bin êrîşa mêr de ye zêdetir xuya bikin, bûn. Dîsa di tevahiya kampanyayê de ji bo keda jinan a tê mêtin xuya bike, jinan bi awayekî aktîf tevlî hilberînê bikin û piştevaniya navbera jinan xurt bikin, me 5 festîvalên keda jinan pêk anîn. Me keda nêzî 12.220 jinan anî ba hev."

Navendên hevgirtin û jiyanê yên jinan hatin vekirin

Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku ji bo di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de hişmendî were avakirin, piştevaniya psîkososyal were dayîn û wekheviya zayenda civakî were xurtkirin, navendên hevgirtin û jiyanê yên jinan hatine vekirin û wiha hat gotin:

“Di van navendan de ji bo jinên rastî şîdetê hatine an jî di bin rîskê de ne; xizmetên piştevaniya psîkolojîk, arastekirin, arastekirina hiqûqî û piştevaniya civakî tên dayîn. Di vê çarçoveyê de; 25 Navendên Hevgirtina Jinan, 41 Navendên Jiyanê yên Jinan û 28 Navendên Bêhnvedanê hatin vekirin. Ji bo 492 jinan piştevaniya psîkolojîk, ji bo 142 jinan jî piştevaniya hiqûqî hat dayîn. Ji bo ku jin di kêliya şîdetê de zû xwe bigihînin me, me xetên ALO Şîdetê careke din aktîf kirin. Weke pratîka îdîaya me ya rêveberiya demokratîk û kolektîf, me Meclîsên xwe yên Jinan ên Şaredariyan ji nû ve ava kirin. Ji bo nehîştina newekheviya zayenda civakî, me Komîsyonên xwe yên Wekheviya Jinan ava kirin. Me yekeyên perwerde û polîtîkaya jinan, atolyeyên xwe yên bi armanca hilberîn-perwerdeya jinan ava kirin. Ji bo jiyaneke azad û bêşîdet gotina me neqediyaye, em ê şîdetê bi hev re rawestînin."

Kampanya wê dewam bike

Di deklarasyonê de hat piştrastkirin ku kampanyaya par hatibû destpêkirin, ji ber daxwaza jinan û pêwîstiyên civakî wê were domandin û hat diyarkirin ku di çarçoveya kampanyayê de avakirina bajarên bêşîdet, ewle, ronî û azadîxwaziya jinê tê hedefkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery