Print this page

Hevşaredar bi ciwanên zanîngehê re civiyan: Em ê jiyana demokratîk bi hev re ava bikin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di civînekê de bi ciwanên zanîngehê re pirsên li ser rêveberiya herêmî, veguhastin, ekolojî, xebatên ziman û beşdarbûna demokratîk bersivandin.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re a Şaredariya Bajarê Mezin û Meclîsa Ciwanan a Konseya Bajêr, Civîna Ciwanan ya duyemîn li dar xist. Civîn li Salona Konferansê ya Ziya Gokalp a Navenda Çand û Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê hate lidarxistin. Di civînê de Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, bi moderatoriya ciwanan pirsên têkildarî rêveberiyên herêmî bersivandin. Ji bilî hevşaredaran, endamên meclîsê, serokên daîreyan û bi sedan ciwan beşdarî civînê bûn.

Hevşaredaran bi silavkirina ciwanan dest bi axaftina xwe kirin û gotin ku qelebalixî û hebûna ciwanan hêz dide wan.

Hevşaredar Hatun: Ji bo avakirina civakeke azad pêwîst e em gotûbêj bikin

Hevşaredar Hatun anî ziman ku ew ê bi hev re rola rêveberiyên herêmî, ciwanan û jinan di avakirina civakeke demokratîk de gotûbêj bikin û got, "Pêwîst e em li ser çareserkirina wan bixebitin. Pêwîst e em li ser pirsgirêkên civakê, pirsgirêkên bajêr, pirsgirêkên ciwanan yek bi yek nîqaş bikin. Em dikarin civakeke azad, civakeke bi aramî, her weha bajarekî paqij, bajarekî ji bo her kesî baş, jiyaneke bi rûmet çawa ava bikin? Em dixwazin li ser van jî biaxivin. Ji bo vê jî rexne û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin. Di dema hilbijartinan de me gotibû, em ê vî bajarî bi hev re ava bikin, em ê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."

Hevşaredar Bucak: Her gotina ku tê gotin, tevkariyê li avakirina polîtîkayê dike

Hevşaredar Serra Bucak jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku bi xwendekaran re ye û bi bîr anî ku Rojhilata Navîn û herêm di pêvajoyên dijwar re derbas dibin. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku weke rêveberên herêmî ew giringiyê didin nêrînên ciwanan yên der barê avakirina civakeke demokratîk û aştiyê de û got ku her gotina ku tê gotin, tevkariyê li avakirina polîtîkayekê dike. Hevşaredar Bucak anî ziman ku di gelek mijaran de, wekî xizanî, polîtîkayên jinan û xizmetên ji bo ciwanan, pêwîstiya wan bi rexne û pêşniyarên ciwanan heye û wiha got: "Dema em vê qelebalixiyê dibînin, em dibînin ku gotûbêjên berhemdar dikarin werin kirin. Em dixwazin rexneyên we yên rastîn û realîst ên li ser bajêr bibihîzin. Ger rexne û projeyên we yên rêber hebin, em ji wan re vekirî ne. Em dizanin ku ciwanî rastî zehmetiyên mezin tên. Em dibêjin civaka demokratîk û aştî, ji ber ku eger ev pêvajo rê li ber azadiyan veke, dê jîngehek ku ciwanên me dikarin xeyalên xwe pêk bînin jî pêkan bibe.”

‘Xebatên başkirinê yên di veguhastinê de didomin’

Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya zanîna rola ciwanan û hilgirtina berpirsiyariya avakirina paşerojê û bersiva pirsên li ser pirsgirêkên di warê veguhastinê de da. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ji bo wargehên xwendekarên keç 13 û ji bo wargehên xwendekarên xort jî 8 wesayît xizmetê dikin û got ku dema hatin ser kar 65 otobusên nû kirîne û fîloya xwe xurt kirine. Her wiha anî ziman ku hejmarên xet û rêgehan têne çêkirin û xebatên başkirinê didomin.

Hevşaredar Bucak diyar kir ku armanc ew e ku otobusên gel û mînîbus di sîstemê de werin yekkirin û avahiyeke kontrolkirî û domdar were armanckirin û got ku ew ji bo projeya sîstema rêya hesinî bi saziyên navneteweyî re hevdîtinan dikin. Hevşaredar Bucak anî ziman ku wan çavkaniyeke fînansekirinê ya piçûk peyda kiriye û got, "Tîma me salek e bi dijwarî dixebite û em bawer dikin ku em ê vê projeyê bi serkeftî bi cih bînin. Plana Masterê ya Veguhastinê jî bi van xebatan re pêş dikeve."

‘Li ser germbûna global xebatên me hene’

Hevşaredar Bucak bersiva pirsên li ser projeyên di warê jîngeh û ekolojiyê de jî wiha bersivand: "Me kapasîteya Daîreya Avhewayê guhert, li ser germbûna global û ziwabûnê xebatên me hene. Me Dibistana Avhewa ya Agroekolojiyê ava kir, em ji bo jinan baxçeyên bajêr, baxçeyên fêkiyan, baxçeyê bîhnxweş ên dermanî ava dikin. Em dixwazin van hemûyan li navenda bajêr bikin mijarên rexneyê. Di her xebatên ku me 20 meh in kirine de, em nîqaş dikin ka em çawa dikarin hevalên xwe yên lîse û zanîngehê bikin dilxwazên xwe? Ger em nêrînan ji hev re pêşkêş bikin, ev beşdarbûna rastîn a gel û ciwanan e. Çanda danûstandinê, çanda hevgirtinê pêkhateyek e ku me dike em. Ez gelekî dixwazim ku li vir ji bo ekolojî, polîtîkayên jinan û warên din komîteyeke dilxwaziyê ava bikin. Em dixwazin hûn rêberiyê xebatên me bikin.”

Gera li deverên çandî û dîrokî

Hevşaredar Hatun jî bersiva pirsa li ser xebatên ger û agahdarkirinê yên şaredariyê yên ji bo cihên dîrokî û çandî yên bajêr da û wiha got: "Li bajarê me dever, mekan hene ku em dikarin bibêjin sembola berxwedanê ne. Me bi komeleyên ekolojiyê re geştên geştyarî kirin, em dikarin vê yekê veguherînin gerên têkoşîna dîrokî û çandî."

‘Em dikarin xebatên ziman bi hev re bimeşînin’

Hevşaredar Hatun, bersiva pirsa li ser xebatên ziman da û got, "Em xebatên ziman pîroz dikin, xebatên me jî hene. Xebata me ya li ser dayîna xizmeta Kurdî di warê teknîkî û îdarî de li Şaredariya Bajarê Mezin heye. Em dikarin ji bo Kurdî bi hev re bixebitin. Em hewl didin ji bo hemû zaravayên Kurdî xizmetê bidin. Em dikarin van xebatan bi hev re bimeşînin."

Hevşaredar Hatun ji xwendekarên ku li wargehan dimînin re jî pêşniyar kir û got, "Di dema me de nûnerên wargehê hebûn û pirsgirêkên ku dihatin jiyîn bi awayekî berfirehtir digihîştin rêveberiya zanîngehê. Bi vî awayî gelek pirsgirêk di demeke kurt de dihatin çareserkirin. Ger hûn jî pirsgirêkên ku hûn pê re rû bi rû dimînin bi hev re koordîne bikin, hem pêvajoya çareseriyê hêsan dibe, hem jî rêxistinbûna we xurt dibe û dibe rêber."

‘Divê deverên jiyana demokratîk werin xurtkirin’

Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku divê qadên jiyana demokratîk bên xurtkirin û wiha pê de çû: “Ev yek bi entegrasyona komûnên demokratîk bi qadên din ên jiyanê re, bi rêxistinkirina jiyaneke nû ya rêveberiyên herêmî bi pêşengiya ciwan û jinan bi hev re pêkan e. Têkoşîna li dijî narkotîk û amûrên şerê taybet jî tenê bi rêxistinkirina jiyanê û bi rêxistineke ku em dikarin xwe bi hev re rêve bibin, pêkan e.”

Hevşaredar Hatun bal kişand ser nîqaşên li ser avakirina konseyeke xwendekaran û meclîseke ciwanan di bin banê Meclîsa Şaredariyê de û bang li ciwanan kir: "Hûn dikarin Meclîsa Ciwanan a di bin banê Konseya Bajêr de bi hêz bikin. Em dikarin çîroka ku hûn behs dikin bi hev re ji nû ve ava bikin."

‘Em soz didin ku em ê fikrên we bînin cih’

Di dawiya bernameyê de Hevşaredar Bucak spasiya ciwanan kir û wiha got: “Ked û xebata we hemûyan pîroz be. Em soz didin ku em ê fikrên we bînin cî. Xeta me ya Alo 153, kanalên me yên medyaya civakî û maseyên me yên têkiliyê her dem amade ne ku bi we re têkilî daynin."

Civîna Ciwanan bi konsera Ronî Artîn û DJ Xodî bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery