Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca kêmkirina windahiyên avê yên fîzîkî, di tora ava vexwarinê ya navenda bajêr de 653 kîlometre guhdarîkirina akustîk pêk anî û 205 ariza çareser kirin.
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo dabînkirina berdewamiya xizmetên ava vexwarinê û daxistina rêjeya windahî-qaçaxê, li seranserê bajêr xebatên guhdarîkirina akustîk ên berfireh meşandin. Ev xebat, ji aliyê Midûriyeta Şûbeya SCADA û CBSyê ya Serokatiya Daîreya Ava Vexwarinê ve hat plankirin û li qadê hat sepandin.
205 arizayên hatin tesbîtkirin hatin çareserkirin
Di tora ava vexwarinê ya navenda bajêr de bi giştî 653 hezar û 500 metre xet; bi cîhazên akustîk hat guhdarîkirin û nuqteyên derz, herikîn û qaçax bi hûrgilî hatin kontrolkirin. Di encama xebatên guhdarîkirina akustîk de 205 qaçaxên fîzîkî hatin tesbîtkirin û hemû karên lênêrîn û temîrkirinê hatin temamkirin. Bi vî awayî windahiyên avê hatin kontrolkirin û berhemdariya torê hat zêdekirin.
Xebatên yekîneya SCADAyê didomin
Midûrê Şûbeya Sîstema Şopandin, Kontrol û Komkirina Daneyan a Asta Bilind (SCADA) û Sîstema Agahdariya Erdnîgarî (CBS) Ahmet Arslan, diyar kir ku wekî Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê xebatên wan ên ji bo pêşîlêgirtina windahiyên fîzîkî yên avê li navenda bajêr bênavber didomin û wiha got:
“Di çarçoveya van xebatan de mudaxeleyî herikîna fîzîkî ya ku li Taxa 5 Nîsanê hatibû tesbîtkirin hat kirin û boriya aboneyê ya ku deforme bibû hat nûkirin. Wekî Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê, di pêvajoya 10 mehan de li navenda bajêr me guhdarîkirina akustîk a 653 hezar û 500 metre tora ava vexwarinê pêk aniye. Di vê pêvajoyê de 205 ariza hatin tesbîtkirin û xebatên lênêrîn û temîrkirinê hatin temamkirin.”
Qaçaxa fîzîkî çi ye?
Qaçaxa fîzîkî; windahiya avê ya rastîn e ku di tora veguhestin û belavkirina ava vexwarinê, xetên boriyan, komên waneyan, perçeyên pêvek û girêdanên aboneyan de ji ber derz, şikestin, herikîn an deformasyonê pêk tê.
Ev windahî, ji ber ku ji xisarên fîzîkî yên torê pêk tên, di warê rêveberiya avê de xwedî girîngiyeke krîtîk in. DÎSKÎ, qaçaxên fîzîkî bi guhdarîkirina akustîk, analîzên zextê yên SCADAyê û daneyên CBSyê tesbît dike; bi lez mudaxeleyî nuqteyên arizayê dike û xebatên temîrkirinê didomîne.
Werger: Omer Dilsoz