Print this page

Çalakiyên şanoya kurdî li Farqînê bi dawî bûn

Çalakiyên şanoya Kurdî yên meha Mijdarê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi nîşandana 2 lîstikan li Farqînê bi dawî bûn.

Bernameya çalakiyên şanoya Kurdî yên meha Mijdarê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve –ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne– hat organîzekirin û tê de li Amed, Erxenî û Farqînê 4 lîstik bi giştî 6 caran hatin nîşandan, bi dawî bû.

Di 19ê Mijdarê de ku roja dawî ya çalakiyan bû, li navçeya Farqînê du lîstikên cûda hatin nîşandan. Li Salona Konferansê ya Şaredariya Farqînê lîstika zarokan a Dîwan Akademiyê ya bi navê Ka Clown, demên xweş bi temaşevanên zarok da jiyîn; di saetên êvarê de jî lîstika tîma Yenisahne ya Êlihê Bekoyê Ewan bi şanohezan re hat cem hev. Hevşaredara Farqînê Sevim Bîçîcî ku lîstik temaşe kirin, di dawiya lîstikê de kulîlk dan şanogeran û ew pîroz kirin.

4 lîstik hatin nîşandan

Di vekirina bernameyê de lîstika Xulamê Du Xudanan ku derhêneriya wê Ferhad Feqî dike û ji aliyê tîma ŞanoWan ve tê lîstin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi şanohezan re hatibû cem hev; li Erxeniyê jî 2 lîstikên cûda pêk hatibûn. Lîstika zarokan a tîma Dîwan Akademiyê Ka Clown, li Salona Konferansê ya Şaredariya Erxeniyê bi zarokan re hatibû cem hev. Tîma Şaneşînê jî li heman salonê lîstika bi navê Ji Kela Dimdimê nîşan dabû.

 

Image Gallery