Print this page

Ji bo mafên zarokan çalakî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist.

Bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, di kreş û odeyên lîstikê yên ku di bin banê Midûriyeta Şûbeya Zarokan a girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xizmetê didin de, çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin de, zarokan bi muzîkê kêf kirin û firsend dîtin ku mafên xwe fêr bibin.

Mafên zarokan ji wan re hatin vegotin

Parêzer Eylul Ozgul Tekîn a ku tevlî çalakiyê bû, li gorî temenê zarokan der barê mafên bingehîn ên zarokan de agahî dan wan. Di agahdarkirinê de zarok, têgehên wek maf, wekhevî, hezkirin û baweriyê bi lîstik û sohbetê fêr bûn.

Zarokan daxwazên xwe li ser dowîzan nîşan dan

Li gorî wateya rojê, zarokan destên xwe boyax kirin û li ser caw xebata şûna destan pêk anîn. Piştre zarokan dowîzên ku li ser wan dirûşmên der barê mafên zarokan de nivîsandîbûn, nîşan dan. Di çalakiya ku gelek berhemdar derbas bû de zarok, hem kêfxweş bûn hem jî der barê mafên xwe de agahiyên bingehîn bi dest xistin.

Piştî çalakiyê balon diyarî zarokan kirin û îkram li wan hatin kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery