‘Komxebata Guncana Avhewayê ya Amedê’ hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Komeleya Heinrich Böll Stiftungê "Komxebata Guncana Avhewayê ya Amedê" pêk anî.

"Komxebata Guncana Avhewayê ya Amedê" ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayiyê ve di çarçoveya Plana Çalakiyan a Enerjiya Berdewam û Avhewayê (SECAP) de hat organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Tevî serokatiyên daîreyên têkildar ên Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan, Konseya Bajêr, Zanîngeha Dîcleyê, Zanîngeha Bogaziçiyê, Midûriyeta Bajêr a Hawîrdor, Bajarvaniyê û Guhertina Avhewayê, Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr, Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û nûnerên Komeleya Ekolojiyê beşdarî komxebatê bûn.

‘Krîza avhewayê pirsgirêkeke pirralî ye’

Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayiyê Evîn Dînar, di axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê serdema ku yekeyên avhewayê yên şaredariyan nû tên avakirin de, ew hatine cem hev da ku plana çalakiyan a enerjiya berdewam û avhewayê xurttir, beşdarî û pêkanîntir bikin.

Dînar, diyar kir ku krîza avhewayê ji çavkaniyên avê heta hilberîna çandiniyê, ji germên zêde heta şert û mercên jiyanê yên komên hesas bandora xwe li ser gelek qadan zêde kiriye û ev nirxandin kir: "Giringiyeke mezin heye ku xebatên avhewayê tenê wekî mijareke teknîkî neyên dîtin; divê bi aliyên xwe yên civakî, aborî û hawîrdorî ve bi awayekî gerdûnî bên destgirtin."

Dînar, anî ziman ku di çarçoveya armanca avakirina bajarekî berxwedêr ê li dijî krîza avhewayê de hevkariya wan a bi hemû aliyan re didome û armanca komxebatê wiha kurt kir: "Xurtkirina zimanê hevpar, zelalkirina rol û berpirsyariyan, zêdekirina kordînasyona navbera saziyan û bi hev re pêşxistina çalakiyên avhewayê yên şênber û pêkanîn."

Di komxebatê de pêşkêşî hatin kirin

Di komxebatê de, ji aliyê akademîsyen û ekolojîstan ve di bin sernavên "Plana Çalakiyan a Enerjiya Berdewam û Avhewayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Di Guncana Guhertina Avhewayê de Rola Rêveberiyên Herêmî, Tespîtên li ser Rewşa Niha ya li Tirkiyeyê, Zanist, Polîtîka û Edaleta Guhertina Avhewayê û ji bo Bajarên Berxwedêr Stratejiyên Herêmî" de pêşkêşî hatin kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery