Print this page

Şaredarî 6 hezar û 631 xwendekarên ku yekem car zanîngeh qezenc kirine, piştgiriya perwerdeyê didê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê bi giştî 20 hezar TL piştgiriya perwerdeyê bide malbata 6 hezar û 631 xwendekarên ku îsal cara yekem li zanîngehê bi cih bûne. 10 hezar TL li hesabê xwendekaran hat razandin.

Di çarçoveya projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve tê meşandin û armanca wê xurtkirina wekheviya derfetan a di perwerdeyê de ye, ji bo malbata xwendekarên ku li Amedê niştecih in û cara yekem li zanîngehên dewletê an jî bernameyên sedî sed bûrsî yên zanîngehên taybet bi cih bûne, piştgiriya perwerdeyê hat pêşkêşkirin. Di vê çarçoveyê de, piştî bidawîbûna dema serlêdanê, di nirxandina hat kirin de 6 hezar û 631 xwendekaran mafê sûdwergirtina ji piştgiriya perwerdeyê bi dest xist.

Ji 20 hezar TL piştgiriya perwerdeyê ya ku dê ji bo malbata xwendekaran bê kirin, 10 hezar TL li hesabê 6 hezar û 631 xwendekaran hat razandin.

Texsîda duyem di meha Sibatê de ye

Texsîda duyem a piştgiriya giştî ya ku dê di çarçoveya bernameyê de bê dayîn, dê di meha Sibatê de li hesabê xwendekaran bê razandin.

Bi SMSê agahî hat dayîn

6 hezar û 631 xwendekarên ku di nirxandina hat kirin de mafê wergirtina piştgiriya perwerdeyê bi dest xistin, bi rêya SMSê hatin agahdarkirin.

Bi piştgiriyê sivikkirina barê malbatan tê armanckirin

Şaredariya Bajarê Mezin a ku bi têgihiştina şaredariya civakî li cem ciwanan e, bi vê piştgiriyê armanc dike ku hem barê malbatan sivik bike hem jî xwendekar bi gavên xurttir dest bi jiyana xwe ya perwerdeyê bikin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery