Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di saetên şevê de li Kargeriya Termînala Navbajaran a Amedê (DÎŞTÎ) lêkolîn kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, di saet 23.00’an de li DÎŞTÎyê lêkolîn pêk anîn. Hevşaredar Hatun, serdana esnaf û acenteyên seyahetê yên ku li termînalê kar dikin kir, guh da pirsgirêk û daxwazên wan, bi rêwiyan re rûnişt û sohbet kir.
Hevşaredar Hatun ê ku têkildarî xebata otogarê ji yekeyên têkildar agahî girt, bi taybetî bal kişand ser xebatên li dijî wesayîtên bazirganî û sivîl ên ku herikîna trafîkê asteng dikin. Hatun, şofêr hişyar kirin ku kirariyên peyakirin û siwarkirina rêwiyan li derveyî otogarê nekin.
Di dema lêkolînan de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan û Emrah Erdal bi Hevşaredar Hatun re bûn.
Werger: Omer Dilsoz
Â
