Jinên ku beşdarî Atolyeyên Cotkirina Gihayên Dermanî û Bîhnxweş ên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatine lidarxistin, di çarçoveya perwerdeya sepanî de zeqûm (zefran) çandin.
Atolyeyên Cotkirina Gihayên Dermanî û Bîhnxweş ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve tên meşandin, didomin. Atolye, armanc dike ku zanîn û şarezayiya jinan pêş bixe û piştrast bike ku ew çalak beşdarî hilberînê bibin. Li ser vê bingehê, bi hevkariya Daîreya Park û Baxçeyan û Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, xebateke hevpar hat meşandin û jinan li Baxçeyê Gihayên Dermanî û Bîhnxweş zefran çandin.
Jin hatine agahdarkirin
Di atolyeya ku berî çandinê hat lidarxistin de; li ser zeqûmê (zefranê) ku di dîrokê de wekî "zêra sor" tê zanîn û bi taybetmendiyên xwe yên hêzdayîna bergiriya laş tê nasîn, agahiyên berfireh hatin parvekirin. Ji beşdaran re der barê rêbazên çandina zeqûmê, şert û mercên cotkirinê, pêvajoyên dirûnê û derfetên pazarkirinê de hem perwerdeya teorîk hem jî ya sepanî hat dayîn.
Piştî atolyeyê, bi jinan re bi hev re li qadê zeqûm hat çandin û piştrast kirin ku agahiyên fêrkirî bi sepandinê bên xurtkirin.
Seroka Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî Evîn Dînar jî di pêvajoya sepanê de bi jinan re bû.
Werger: Omer Dilsoz