Print this page

Şaredariya Mezin Komxebata Nwêro-cûrbecûriyê li dar xist

Hevşaredar Serra Bucak, di "Komxebata Nwêro-cûrbecûrî û Welatiya Wekhev a di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de" ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin li Tirkiyeyê di vî warî de yekem car hat lidarxistin de axivî. Bucak bal kişand ku ew ji bo rakirina pêşdarazî, qalibên ramanî û zimanê cudakar polîtîkayan hildiberînin û got, "Em bi hişmendiyeke wisa nêzîk dibin ku em dizanin ev berpirsiyariyeke cemaweriyê ye."

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), bi armanca xurtkirina perspektîfa Nwêro-cûrbecûriyê û balkişandina ser mafê welatiya wekhev, "Komxebata Nwêro-cûrbecûrî û Welatiya Wekhev a di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de" li dar xist.

Komxebat li oteleke li navçeya Yenîşehîrê pêk hat û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê Gulşen Ozer, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên di vî qadî de dixebitin û gelek welatiyên astengdar beşdar bûn. Di tevahiya komxebatê de hemû axaftin ji aliyê wergêrên zimanê îşaretan ve hatin vegotin û danasîna dîtbarî ya mekan û komxebatê hat kirin.

'Em bi awayekî ku di xizmetên bajêr de tevkêr bin xebatên xwe didomînin'

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak a ku axaftina vekirinê ya komxebatê kir, bal kişand ku ev komxebat li Tirkiyeyê di vî warî de yekem e û ew bi pêşengiya Şaredarî, Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê, komeleyên astengdaran û xebatên Serokatiya Daîreya Astengdaran hatine cem hev. Hevşaredar Bucak got:

"Piştî ku em di sala 2024an de hatin hilbijartin, me di demeke kurt de Serokatiya Daîreya Astengdaran ava kir. Hevalên me yên ku her tim bi me re di nav hevkariyê de ne û fikrên xwe ji me kêm nakin, vê yekê baş dizanin. Em ne tenê ji bo pêkanîna polîtîkaya astengdaran, di heman demê de ji bo ku di çalakiyên polîtîk û xizmetên bajêr de tevkêr bin, xebatên xwe didomînin."

'Em hewl didin nêzîkatiyên wekhevîxwaz pêk bînin'

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku di bin banê şaredariyê de Navendên Şêwirmendiyê hene ku astengdar û malbatên wan jê sûdê werdigirin û wiha pê de çû: "Bi paradîgmaya DEM Partiyê ya di vî warî de û biryardariya Şaredariya Bajarê Mezin, em hewl didin nêzîkatiyên wekhevîxwaz û azadîxwaz fêm bikin, qebûl bikin û polîtîkayên lihevhatî yên têkildarî vê yekê pêk bînin."

'Em ji ciyekî ku berpirsiyariya cemaweriyê dizane nêzîk dibin'

Bucak bal kişand ku ew polîtîkayan ji bo rakirina pêşdarazî, qalibên ramanî û zimanê dervehiştinê pêk tînin û got: "Em ji bo xurtkirina polîtîkayên cemaweriyê û çalakiyên perwerdehiyê yên astengdaran li vir in. Em ji bo dabînkirina lihevanîna mekanan û bi zanebûna ku ev berpirsiyariyeke cemaweriyê ye nêzîk dibin. Ez ji hemû akademîsyen û beşdarên hêja re serkeftinê dixwazim. Spas ji bo mêvanên me yên hêja ku hatine. Bila îro ji bo me hemûyan xebateke berhemdar be."

Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî jî diyar kir ku ew ê di komxebatê de herî zêde li bersiva têgeha "welatiya wekhev" bigerin û bal kişand ser girîngiya komxebatê.

'Divê çanda heyî ya der barê astengdaran de biguhere'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tekez kir ku li Tirkiye û herêmê yekem car e têkildarî vê mijarê komxebatek tê lidarxistin û wiha got:

"Ez spasiya hevalên me yên hêja dikim ku ev xebat pêk anîn û di mijareke ku divê em hişyariyekê çê bikin de em hişyar kirin. Ji ber mazûvaniyê ez Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji dil pîroz dikim. Li vir em ê ne tenê Nwêro-cûrbecûriyê, lê têkoşîna mafan a ku Tirkiye demeke dirêj e xwe ji axaftina wê dide alî û marjînalîze dike biaxivin. Ji bo jiyaneke bi rûmet a welatiyên astengdar, divê çanda heyî ya der barê astengdaran de jî were guhertin."

Hatîmogûllari destnîşan kir ku di her qada jiyanê de bi kêmasî nêzî vê mijarê dibin û got: "Xebatên hişyariyê û bilindkirina hişmendiyê nayên kirin, lê ev xebat ji bo avakirina hişmendiyê di hemû civakê de û hesabpirsîna bi îdeolojiya kiyanperestiyê re gavên pir girîng dide avêtin. Aştî di heman demê de polîtîkayeke astengdariyê ye û ji bo pêkanîna vê yekê em ê her cure hewldanê bikin."

Di komxebatê de pêşkêşî hatin kirin

Piştî axaftinên vekirinê, di rûniştina yekem de Zinar Altuntaş bi sernavê "Wek Xwendekarekî Zanîngehê yê Downî Ezmûnên Min" pêşkêşiyek kir. Piştre Lêkolînera Serbixwe Dr. Duriye Merve Tuna "Wek Mînaka Modela Parvekirina Zanîn û Ezmûnê Bernameya KOZA", Dr. Firat Keser "Pirsgirêkên Astengdaran ên Piştî Perwerdehiyê û Pêşniyarên Çareseriyê ji bo Rêveberiyên Herêmî", Xwendekarê Zanîngehê Îlhan Yalçin "Xeyalkirina Wekheviyê: Girîngiya Xeyalê di Pêkanîna Wekheviyê de ji bo Nwêro-curbecûran", Denîz Gurel ê ku zarokê wî otîstîk e "Aştî û Nwêro-cûrbecûrî" pêşkêşî kirin.

Di rûniştina duyemîn a komxebatê de; Aktivîstê Otîstîk Devrîm Nesîn "Qebûla Otîstîk", Hulya Saygi "Bi Hev Re Xurtbûn û Rola Rêveberiyên Herêmî di Veguherîna Maf-Navendî ya Dayikan de", Serap Dîkmen ji Kedi Otîzmê "Otîstîk û Gihîştina Edaletê", Gulegul Ergîn ji Komeleyê Jiyana Bêasteng a Yeni Hayatê "Pirsgirêkên Otîstîkên Mezin û Îstihdam" dê pêşkêşiyan bikin.

Di rûniştina sêyemîn de; Serokê Konfederasyona Kerran a Tirkiyeyê Orkun Utsukarci "Ji bo Kesên Guhgiran û Nwêro-cûrbecûr Gihîştina Demokratîk û Mafê Welatiya Wekhev", "Mirovên Otîstîk Çi Dijîn, Bendewariyên Wan ji Civakê û Rêveberiyên Herêmî Çi Ne?", Azîz Akin Gulhan, Halît Sonmez û Sevtap Sonmez "Ezmûna Otîzm û Guhgiranbûnê", Psîkolog Berna Yildiz ji Tora Piştevaniya Astengdaran a Eskîşehîrê "Otîzm, Têkilî û Jiyana Bajêr: Nêrîneke Nû ji bo Rêveberiyên Herêmî" dê pêşkêşiyan bikin.

Di rûniştina çaremîn û ya dawî de; Rojnameger û xêzkar, Gerînendeyê Giştî yê Weşana muzir.org Asli Alpar "Ji Cîhanê Mînakên Rojnamegeriyê yên ku Nwêro-cûrbecûriyê Dihewînin", Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Solfasol Mehmet Onur Yilmaz "Bajarê Nwêro-cûrbecûr û Mafên Mirovan", Elîf Kaya ji Komeleya Tevgera Jinan a li Dijî Kiyanperestiyê "Sepanên Perwerdehiya Taybet û Otîzm" dê pêşkêşiyan bikin.

Çalakî bi beşa "Nirxandinên Mêvanan û Girtin"ê dê saet di 18.00an de bi dawî bibe.

Nwêro-cûrbecûrî çi ye?

Nwêro-cûrbecûrî, têgehek e ku ciyawaziyên xwezayî yên di şêwaza xebata mêjî, raman, hînbûn û têgihiştina cîhanê ya kesan de îfade dike. Ev nêzîkatî tekez dike ku ev ciyawazî ne wekî nexweşiyek an kêmasiyek, lê divê wekî parçeyeke xwezayî ya cihêrengiya biyolojîk a mirovan were dîtin.

Nwêro-cûrbecûrî; qadeke berfireh dihewîne ku tê de di spektrûma otîzmê de bûyîn, kêmasiya dîqetê û tevliheviya hîperaktîvîteyê (DEHB), dîsleksî (kêmasiya xwendinê), dîsgrafî, dîskalkulî, sendroma Tourette û ciyawaziyên curbecur ên hînbûnê cih digirin.

Li gorî pisporan, nêzîkatiya Nwêro-cûrbecûriyê destnîşan dike ku divê kes di hemû qadan de, ji perwerdehiyê heta jiyana xebatê, bibin xwediyê mafên wekhev, gihîştina wan were dabînkirin û rêziknameyên piştgiriyê werin pêkanîn. Zêdekirina qebûla civakî, wekî sernavake girîng derdikeve pêş da ku kesên nwêro-cûrbecûr karibin potansiyelên xwe derxînin holê.

 

Image Gallery