Print this page

Di Hevdîtinên Aştiyê yên Amedê de rûniştineke nû tê lidarxistin

Rûniştina sêyemîn a bernameya "Hevdîtinên Aştiyê yên Amedê" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin, bi sernavê "Di Avakirina Aştiyê de Nêzîkatiyên Sosyal Psîkolojîk" tê lidarxistin.

"Hevdîtinên Aştiyê yên Amedê" yên ku Şaredariya Bajarê Mezin bi armanca nîqaşkirina aştiyê bi hemû aliyên wê û avakirina pêşerojeke hevpar dabû destpêkirin, didomin. Hevdîtinên ku aliyên aştiyê yên civakî, siyasî û psîkolojîk digirin dest, wekî projeyeke berfireh a ku armanc dike gel, bawerî û çandên cûda bîne gel hev, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de rûniştina sêyemîn a ku were lidarxistin, wê di bin sernavê "Di Avakirina Aştiyê de Nêzîkatiyên Sosyal Psîkolojîk" de pêk were.

Di çalakiyê de têgehên "lêborîna polîtîk, hevdu-helalkirin û piştevaniya psîkososyal" dê werin nîqaşkirin; zehmetiyên pêvajoyên aştiya civakî û derfetên ku psîkolojiya sosyal û polîtîk dikare pêşkêş bike, wê li ser mînakên cîhanê werin nirxandin.

Pêvajoya qeydkirinê dest pê kir

Ji bo kesên ku dixwazin beşdarî çalakiyê bibin pêvajoya qeydkirinê hat destpêkirin. Kesên dixwazin tevlî hevdîtinê bibin, dikarin li ser vê lînkê qeyda xwe çêbikin: https://forms.gle/HkF4ZaKRQPMX64CF6

Çalakî di 30yê Mijdarê de ye

Rûniştina sêyemîn, roja Yekşemê 30yê Mijdara 2025an, di navbera saet 14.00–18.00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê dê were lidarxistin.

Hevdîtinên Aştiyê yên Amedê; sernavên koç, veger, hafizeya civakî, welatîbûna wekhev û di nav aştiyê de jiyana hevpar, li ser dîsîplîn û beşên civakê yên cûda digire dest. Çalakiyên ku tê plankirin mehê carekê werin kirin, dê 7 mehan bidomin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery