Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de çalakiya Tûra Bisîkletan li dar xist. Hevşaredar Serra Bucak a ku beşdarî çalakiyê bû û li dijî tundiyê pedal zivirand, diyar kir ku civaka azad tenê bi jina azad pêkan e û got, "Em ê îro pedalê ji bo jiyaneke bêyî qirkirina jinan bizivirînin."
Tûra Bisîkletan a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatan û Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî ve bi hevkariya Koma Bisîkletan a Jinên Amedê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jiyaneke bêtundî û azad gotina me neqediyaye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin" de hat organîzekirin, bi dirûşmeya "Ji bo jiyaneke bêtundî em bi hev re pedalê dizivirînin" pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ji bo çalakiya Tûra Bisîkletan li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê bi jinan re hat gel hev. Di çalakiyê de tevî Hevşaredar Bucakê, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, hevşaredarên navçeyan, Alîkara Sekretera Giştî Zerîn Turk, serokên daîreyan û gelek jin amade bûn.
Hevşaredar Bucak: Amed wê bibe bajarê jinan
Hevşaredar Serra Bucak a ku beriya çalakiyê axivî, bal kişand ser xebatên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û diyar kir ku di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de ev du hefte ne li qadan, taxan û gundan in. Hevşaredar Bucakê anî ziman ku bi jinan re xebatên perwerde û hişyariyê dimeşînin û wiha got:
"Me gotibû wê Amed bibe bajarê jinan. Dema Amed dibe bajarê jinan û ber bi bajarê jinan ve diçe, îro di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku ev 2 hefte ne em dimeşînin de; hemû otobusên me yên veguhastina giştî çi bi pankart û flamayên xwe, çi bîlboardên me û çi jî hemû çalakiyên ku saziyên jinan ên bajêr bi hevparî li dar dixin, di rastiyê de xwedî armanceke hevpar in. Helbet rawestandina tundiya li ser jinan, rawestandina qirkirina jinan û careke din destnîşankirina wê yekê ye ku di civakeke wekhev û azadîxwaz de cihê tundiya li ser jinan nîne."
‘Civaka azad tenê bi jina azad pêkan e’
Hevşaredar Bucakê bi bîr xist ku duh li stadyumê lîstika tîmên jinan ên Amedspor û Trabzonsporê temaşe kirine û wiha axivî:
"Me li stadyumê ev tişt got. Civaka azad tenê bi jina azad û fikrên azad pêkan e. Me got em ê bajarên ku jin tê de xwe azad, di ewlehiyê de, wekhev û dadperwer hîs dikin bi hev re biafirînin. Duh me ji stadyumê got 'ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan pasê bide'. Îro jî em dibêjin 'em ê tundiya li ser jinan bi hev re rawestînin' û pedalê badin. Ez dixwazim bibêjim ku em li dijî tundiya li ser jinan in û em qirkirinên jinan careke din ji vir şermezar dikin. Dîsa em ê îro pedalê ji bo jinên wekî Rojînê ku faîlên wan diyar in lê nayên xwestin ku bên dîtin bizivirînin. Em ê ji bo jinên wekî Gulistanê ku faîlên wan diyar in lê nayên dîtin bizivirînin. Em ê ji bo Rojînê azadî, ji bo Gulistanê azadî, daxwaza xwe ya edalet û heqîqetê careke din bînin ziman. Îro em ê pedalê ji bo jiyaneke bêyî qirkirina jinan bizivirînin."
Tûra bisîkletan
Piştî axaftinê jin li bisîkletên xwe siwar bûn û ji Parka Koşuyoluyê dest pê kirin heta Meydana Deriyê Çiyê pedal badan. Çalakiya ku dîmenên rengîn tê de derketin holê, li Meydana Deriyê Çiyê bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz