Print this page

Ji hunermendan serdana Şaredariya Bajarê Mezin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, hunermend Metin Kahraman, Kemal Kahraman û Mehmet Atli pêşwazî kirin.

Hunermend Metin Kahraman, Kemal Kahraman û Mehmet Atli di serdana xwe ya bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bi Hevşaredar Dogan Hatun re hatin ba hev. Di hevdîtina ku piştî pêşwazîkirinê pêk hat de, li ser xebatên çand û hunerê yên ku li bajêr tên meşandin danûstandina fikran a berfireh hate kirin.

Hevşaredar Hatun, kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û spasiya hunermendan kir.

Di dema serdanê de, endamên meclisa şaredariyê û Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî Zeynep Yaş jî bi Hevşaredar Hatun re amade bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery