Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi çalakiyên ku li dar xistin Helbestvan Arjen Arî di salvegera wefata wî de bi bîr anî.
"Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî" ku her sal li ser navê Arjen Arî ji aliyê Weşanên Sor û malbata nivîskarê Kurd Arjen Arî ve tê organîzekirin, îsal bi mazûvanî û hevparîya Serokatiya Daîreya Karên Çand û Sosyal a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin.
Çalakiyên ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hatin, rastî eleqeyeke mezin a kedkarên ku li bajêr keda wan di wêjeya Kurdî de heye, dost û malbata Arjen Arî û gelek welatiyan hat.
Di roja ewil de atolyeya helbestê ya ku ji aliyê Şehmus Kurt ve hat birêvebirin pêk hat, roja din jî çalakî bi vekirina pêşangehê dest pê kir.
‘Ciwan xwedî li ramanên Arî derdikevin’
Seroka Daîreya Karên Çand û Sosyal Zeynep Yaş a ku axaftina vekirina pêşangehê kir, bi bîr xist ku Arjen Arî bi dil û can bi hêvî li pêşerojê dinêrî û wiha got:
"Arî, bi ramanên xwe îro li vir e, di vê pêşangehê de li nav me ye. Ciwanên me bi xwendina helbest û çîrokên Arjen Arî xwedî li raman û helwesta wî derdikevin. Arjen Arî bi berhemên ku wan hilberandine, ketiye nav cîhana xeyalên ciwanan. Her çend îro Arî fîzîkî di nav me de nebe jî, raman û berhemên wî di dil û mejiyê ciwanan de, bi me re ne."
Piştî pêşangehê, bi pêşkêşvaniya Zeynep Sultan Atli û Armanc Dayan merasîma xelatdayînê hate lidarxistin. Sînevîzyonek ku nêrînên dostên Arjen Arî yên li ser jiyana wî dihewîne hate nîşandan.
Xelat hatin dayîn
Di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de ku bi armanca xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî û nirxên gerdûnî yên hunerê yên ku Arjen Arî di dirêjahiya jiyana xwe de ked dayê tê lidarxistin, îsal di encama nirxandina naverok, form û ziman de, Mehmet Çalişçî bi dosyaya xwe ya bi sernavê "Ne Şîn e, Belkî Hinek Gewr" hêjayî xelatê hat dîtin. Mehmet Çalişçî piştî ku xelata xwe wergirt, helbesta xwe xwend û spasî kir.
Xelata Rûmetê ya Arjen Arî jî ji ber tevkariyên wan ên ji bo zimanê dayikê û bi taybetî jî zimanê Kurdî yên ji sala 1993yan a ku hatiye avakirin vir ve û ji ber zêdekirina hêviya aştiyê û biratiya gelan a bi muzîkê, dan Kardeş Turkulerê.
Vedat Yildirim ê li ser navê komê xelat wergirt got, "Dayîna Xelata Rûmetê ya Arjen Arî yê dengê berxwedêr ê helbesta Kurdî ji bo me pir watedar e" û wiha domand: "Em dizanin ku gelê Kurd bi salan e xwedî li Kardeş Turkulerê derdikeve. Ev ji bo me cihê şanaziyeke mezin e. Em niha dizanin û hîs dikin ku ruhê Arjen şad e."
Di merasîmê de her wiha ji aliyê Seroka Daîreya Karên Çand û Sosyal Zeynep Yaş ve plaket pêşkêşî beşdarên atolye û pêşangehê hatin kirin.
Piştî merasîma xelatdayînê, bi moderatoriya Rêzan Diljen û bi beşdariya axaftvan Sidîq Gorîcan, Dr. Roger Acun û Rêdûr Dîjle Aydin, di panela bi sernavê "Arjen Arî Çi Dibêje Me?" de cîhana hest û helbestên Arî hatin nîqaşkirin.
Bername, bi konsera Kardeş Turkuler û Agît Işik bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz