Komîsyona Jinan a Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinan, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de berpirsyariya sazûmanî hat tekezkirin û ev gotin hatin bikaranîn: "Bajarekî ku jin tê de azad dibin, ew bajar e ku maf û edalet bi rastî tê de zindî dibin."
Civîna 16’an a rûniştina meha Mijdarê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin. Di civînê de, ku Cîgira Seroka Meclîsê Evîn Yelboga serokatiya wê kir, endamên meclîsê amade bûn.
Piştî gotûbêjkirina babetên rojevê, li ser boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinan, ji aliyê Komîsyona Jinan a Meclîsê ve daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Jinan Canan Efe Şahin ve hat xwendin.
Daxuyaniya Komîsyona Jinan a Meclîsê
Şahin destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê dîrokek girîng e ku tîne bîra me ku şîdeta li hemberî jinan pirsgirêkeke binyadî ye ku ji newekheviya zayendî ya civakî derdikeve; û berpirsyariya saziyan a pêkanîna polîtîkayên pêşîlêgirtin, parastin, piştgirî û hesabdayînê destnîşan dike.
Şahin wiha got: “Di vê çarçoveyê de, pêşîniya me ew e ku em çalakiya mekanîzmayên ji bo pêşîgirtina li şîdetê zêde bikin û berdewamiya pêkanînên sazûmanî yên ku maf û azadiyên jinan garantî dikin, dabîn bikin. Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan; bi biryardarî bicihanîna qanûnan, xurtkirina gihîştina xizmetên serlêdan û piştgiriyê, û bi rêvebirina kordînasyona navbera saziyan bi awayekî bibandor, gengaz e.”
‘Em berpirsyariya xwe ya sazûmanî bi biryardarî didomînin’
Şahin diyar kir ku wekî rêveberiyên herêmî, parastina mafê jiyan û ewlehiyê ya jinan, zêdekirina hişyariya civakî û bicihkirina perspektîfa wekheviyê li hemû qadên xizmetguzariyê, di nav berpirsyariyên wan ên bingehîn de ne.
Şahin her wiha got: “Hevkariya bi rêxistinên jinan re, plansaziya li ser bingeha wekheviyê û polîtîkayên sazûmanî yên domdar, hêmanên vê têkoşînê yên bingehîn dimînin. Di çarçoveya têgihiştina me ya xizmetê de ku wekheviya zayendî ya civakî esas digire, em berpirsyariya xwe ya sazûmanî bi biryardarî didomînin; û em ava kirina avahiyeke bajêr ku jin dikarin tê de jiyaneke ewle, wekhev û azad damezrînin, wekî erka xwe ya bingehîn dibînin. Lewra em dizanin ku, bajarekî ku jin tê de azad dibin, bajarekî ku maf û edalet bi rastî tê de zindî dibin, heman tişt e.”
Werger: Omer Dilsoz