Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Ser Jinan a 25'ê Mijdarê de beşdarî meşa ku hatibû lidarxistin bû.
Ji bilî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di meşa ku ji aliyê rêxistinên jinan ve hatibû organîzekirin de, parlamenter, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û endamên Meclîsê, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û gelek beşdarên ji rêxistinên jinan cih girtin.
Di çarçoveya çalakiyê de, jin li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Kevin a li navçeya Rezanê hatin cem hev.
Meş ji vir dest pê kir û heta ber AZC Plaza ya li Taxa Ofîsê dom kir.
Beşdaran di tevahiya rê de ji bo ku balê bikişînin ser şîdeta li ser jinan dirûşme berz kirin û peyamên piştevaniyê dan.
Meş piştî axaftinên li pêşiya AZC Plazayê hatin kirin, bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz