Print this page

Jin di atolyeyên hişyariyê de hatin cem hev

Di atolyeyên hişyariyê yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinam de li Navendên Jiyana Jinan li dar xistin de, der barê cûreyên tundiyê de agahî hatin parvekirin.

Xebatên hişyariyê yên ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de dane destpêkirin, didomin. 120 jin beşdarî atolyeyên ku li Navenda Jiyana Jinan a Quçayê wek 3 kom, li Navenda Jiyana Jinan a Ben û Senê wek 2 kom û li Navenda Jiyana Jinan a Lalebeyê jî wek 1 kom hatin birêvebirin, bûn.

Der barê cûreyên tundiyê de agahî hatin parvekirin

Di atolyeyên ku agahiyên berfireh ên der barê aliyên cihêreng ên tundiya li ser jinê de hatin parvekirin de; ligel tundiya fîzîkî, der barê cûreyên tundiyê yên wekî tundiya psîkolojîk û dîjîtal ku di roja me ya îro de her ku diçe zêde dibin de, hişyarî hat avakirin.

Di atolyeyan de hat vegotin ku tundiya psîkolojîk tevgerên wekî biçûkxistin, gefxwarin, kontrolkirin, îzolekirin, zirardayîna baweriya bi xwe û manîpulasyona hestyarî dihewîne û bal hat kişandin ku ev cûre tundî dikare bi qasî tundiya fîzîkî bandorên hilweşîner biafirîne. Ji beşdaran re hate ragihandin ku tundiya psîkolojîk di jiyana rojane de pirî caran bêyî ku bê ferqkirin didome û der barê rêbazên têkoşîna bi vê re agahî hatin dayîn.

Di atolyeyên ku mijara tundiya dîjîtal a bi belavbûna teknolojiyê re zêde bûye jî hat destgirtin de, hat destnîşankirin ku tundiya dîjîtal dikare bi gelek awayên cûda yên wekî parvekirina daneyên kesane ya bêdestûr, peyamên bi mebesta gefxwarinê, tacîza li ser medyaya civakî, şopandina dîjîtal (stalking) û zirardayîna îtîbara serhêl derkeve holê.

Di atolyeyên ku mekanîzmayên jin dikarin li dijî tundiyê piştgiriyê jê wergirin jî hatin vegotin de, der barê navendên piştevaniyê yên şaredariyan û xizmetên ku saziyên têkildar pêşkêş dikin de agahdarkirineke berfireh hat kirin. Di atolyeyên ku rastî eleqeyeke mezin hatin de, jinan serpêhatiyên xwe parve kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery