Bingeha Tesîsa Çandin û Xebitandina Nebatên Tibî û Aromatîk, a ku li navçeya Peyasê li qadeke 14 hezar metrekareyî tê avakirin û dê 14 cûre nebat bên hilberandin, hat avêtin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku ev qad bi mentiqa komûnbûnê hatiye avakirin û got, "Em hêvî dikin ku ev der bibe akademiya gel û ev gava berbiçav li tevahiya erdnîgariya me belav bibe. Kolektîvîzm me hemûyan dike yek."
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê projeyeke girîng a ku dê hilberîna dostê xwezayê bi keda jinan re bîne cem hev, xist meriyetê. Bingeha Tesîsa Çandin û Xebitandina Nebatên Tibî û Aromatîk, a ku bi xebata hevpar a Serokatiyên Daîreyan ên Park û Baxçe, Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, Xizmetên Gundewarî, Parastina Jîngehê û Kontrol û Xizmetên Jin û Malbatê hatiye amadekirin, li Peyasê hat avêtin. Tesîsa ku dê piştgiriyê bide hilberîna ekolojîk û beşdarî xurtkirina aborî ya jin û astengdaran bibe, li ser qadeke 14 hezar metrekareyî, li cihê Kampusa Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan hat avakirin.
Beşdarên merasîmê
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrûllah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerin Turk, Serdar Bakiroglu û Ezîz Ozdogan, Endamên Meclîsê, hevşaredarên navçeyan, Serokên Daîreyan, saziyên giştî, komeleyên ekolojiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîma vekirina tesîsê bûn.
Midûra Şaxa Biyoçeşîdî û Çavkaniyên Avê ya Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî Zuleyha Aydin Balik, der barê projeyê de agahiyên teknîkî vegotin.
'Pêwîst e em modelên hilberînê yên xwe nû bikin'
Prof. Dr. Muzaffer Denli, ji Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Dîcleyê, axaftina vekirinê ya merasîmê kir û diyar kir ku ew serbilind in ku di vekirina tesîseke wiha de ne û got, "Mixabin em li herêmeke ku ziwabûnê dijî ne. Herêma me hem ji aliyê hilberîna ajalan hem jî ji aliyê hilberîna nebatan ve girîng e. Pêwîst e em modelên hilberînê yên xwe li gorî qaîdeyên cîhanê yên guherbar nû bikin. Li herêma me ji ber germbûna global ziwabûn heye, loma pêwîst e em hay ji bikaranîna aborî ya avê hebin. Çandiniya nebatên aromatîk ji bo herêma me gelek girîng e; divê em li gel modelên hilberînê yên kevneşopî berê xwe bidin modelên cuda, divê em endustriya çandiniyê pêş bixin. Di vê qadê de em ê wekî zanîngeh bi hevparên xwe re di nava hevkariyê de bin. Em bi hev re hene."
Hevşaredar Hatun: Me xebateke AR-GEyê ya baş meşand
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun bal kişand ser wê yekê ku dê li ser 14 donimî 14 cûre nebatên cuda bên hilberandin û wiha got, "Em ê hinek nebatên xwe niha, hinekên din jî di meha biharê de biçînin. Me xebateke AR-GEyê (lêkolîn û pêşvebirinê) ya baş meşand, me lêkolîneke zanistî kir û 6 serokatiyên daîreyên me bi xebateke kolektîf ev roj anîn holê."
'Dê bibe qada îstîhdamê ji bo astengdaran û jinan'
Hevşaredar Hatun, bal kişand ser wê yekê ku ev qad dê di heman demê de ji bo jin û astengdaran bibe qada îstîhdamê û gotinên xwe wiha domand: "Ji bo astengdaran qadeke resen hat afirandin, asta gihîştinê heta hûrgiliya herî hûr hat fikirîn. Her wiha ev der dê bibe dibistanek, ji bo jinan û cotkaran bibe yekîneya destînasyonê, laboratuar û qada hilberînê. Em dixwazin di rûyê we hemûyan de bangî hemû gelê xwe bikin; ji ber krîza avhewayê em bi ziwabûneke giran re rû bi rû ne. Pêwîst e em zanibin ku paşeroja me di bin xetereyê de ye. Eger bi krîza avhewayê re sepandinên me yên şaş jî bidomin, ji bo bajarekî wekî Amedê ku ava wî naqede, tenê 25 sal çavkaniya avê dimîne. Eger em di nava van 25 salan de bi xwezayê re lihevkirinekê çênekin, dibe ku ji vir koç çêbibin. Lûksa me nîne ku em li benda wê rojê bisekinin."
'Bi mentiqa komûnbûnê hat avakirin'
Hevşaredar Hatun anî ziman ku tesîs bi mentiqa komûnbûnê hatiye avakirin û destnîşan kir ku eger tesîs were xurtkirin û kolektîvîzm li 17 navçeyan were xistin meriyetê, dikare piştevaniya aborî jî bi hev re bê rêxistinkirin. Hevşaredar Hatun anî ziman ku ew her tim zanist û teknîkê esas digirin û got, "Hemû yekeyên me, akademiya me heye ku tu carî bersiva me negatîf nedaye. Em hêvî dikin ku ev der bibe akademiya gel û ev gava berbiçav li tevahiya erdnîgariya me belav bibe. Kolektîvîzm me hemûyan dike yek."
Piştî axaftinan, Hevşaredar Hatun û kesên pê re, bi pêkutîkirina li ser bişkokê merasîma avêtina bingehê pêk anîn. Piştre, li qada çandina miştelan, jinan bi hevşaredar û beşdaran re yekemîn şitil çandin.
Dê pêşî li tovên herêmî bên dayîn
Di baxçeyê ku dê bê avakirin de, dê pêşî li tovên herêmî bê dayîn û dê 14 cûreyên cûda yên nebatên tibî-aromatîk, wekî cehtera çiyayî, rozmarîn (biberiye), çal, beybûna tibî, reyhan, pûng (nane), pûnga tibî, ekînezya, hîro, hezarpel, zerdeçînk, gezgezok, calendula, melîsa û defne bên hilberandin.
Di projeya ku armanc dike îstîhdama jinan xurt bike de, qadên perwerdehî, hilberîn, hişkkirin, depokirin û xebitandinê hene. Her wiha, dê ji bo zarok, astengdar, kal û pîr û jinan qadên perwerdehiyê, baxçeyên bilindkirî, serayan, dersxane û beşên pêkanînê bên avakirin. Şaredariya Bajarê Mezin dê ji jinên ku di projeyê de cih digirin re perwerdehiyên bikêr bide.
Werger: Omer Dilsoz