Print this page

Pêşandana fîlmê ji bo jinan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên ku di 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de li dar xist, ji bo jinan pêşandaneke fîlmê ya taybet û belaş pêk anî.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo balê bikişîne ser tundiya li ser jinan, hişyariya civakî zêde bike û piştevaniya jinan xurt bike, pêşandana fîlma Ceylîn bi awayekî belaş kir.

Fîlma ku çîroka rastîn a Ceylîn, a ku li bajarê konan a ku karkerên çandiniyê yên demsalî lê dimînin bi malbata xwe re dijî, vedibêje, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derket pêşberî temaşevanan.

Ligel jinan, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer jî beşdarî çalakiyê bû. Dema ku jinan li fîlma Ceylîn temaşe dikir, ji bo zarokên ku bi dayikên xwe re hatibûn, di sînemaya biçûk de pêşandana fîlma xêzî (karton) hat kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery