Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebata xeta nû ya 3 hezar metreyî ya ku li Taxa Eyntîrîtê ya ser bi navçeya Gêlê ve daye destpêkirin, wê pirsgirêka ava vexwarinê ya ji ber cudahiyên bilindahiyê û kêmasiya binesaziyê rû dide çareser bike û ava vexwarinê ya bêasteng û tendurist bigihîne 35 malan.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo hem hewcedariya ava malên ku ji ber cudahiya bilindahiyê nikarin ji şebekeya heyî avê bigirin, hem jî ya malên ku li qadên niştecihbûnê yên nû binesaziya wan tune ye, bi cî bîne, li Taxa Eyntîrîtê ya ser bi navçeya Gêlê ve xeteke ava vexwarinê ya nû ya 3 hezar metreyî ava dike. Bi vî awayî, tê armanckirin ku gihîştina ava vexwarinê ya nêzîkî 200 kesan a li Taxa Eyntîrîtê bi awayekî mayînde were başkirin.
Nêzî dawiya xebatê hat
Beşek girîng a xebatên nûkirinê yên li taxê hatine meşandin qediya ne, tîm jî ji bo beşa mayî li qadê bi awayekî plankirî xebatên xwe didomînin. Tê armanckirin ku bi bidawîbûna xebatan re, pirsgirêka ava vexwarinê ya taxê bi temamî were çareserkirin.
'Em ê di demeke kurt de xebatê biqedînin'
Midûrê Şaxa DÎSKÎ ya Gêlê Cenk Yaşar, diyar kir ku li Taxa Eyntîrîtê demeke dirêj pirsgirêka avê heye. Yaşar, anî ziman ku ji ber nebûna binesaziyê li qadên niştecihbûnê welatî di gihîştina avê de zehmetiyê dikişînin û got, “Ji bo ku em vê pirsgirêkê bi awayekî mayînde çareser bikin, me bi tîmên xwe re xebateke berfireh da destpêkirin. Em armanc dikin ku di demeke herî kurt de wê biqedînin û gihîştina bêasteng a avê ji bo şêniyên taxê misoger bikin.”
Werger: Omer Dilsoz