Hevşaredaran li kolana Nazim Hîkmet esnaf ziyaret kirin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Kolana Nazim Hîkmet serdana esnafan kirin û guhdarî daxwaz û pêşniyarên wan kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Hevşaredarê Şaredariya Kayapinarê Cengiz Dundar û Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin re, li navçeya Kayapinarê li Kolana Nazim Hîkmet serdana esnafan pêk anîn. Li kolanê, Hevşaredar kargeh bi kargeh geriyan, bi esnaf û welatiyan re sohbet kirin û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin.

Di dema serdanê de esnafan ji ber xebatên asfaltkirinê yên li herêmê têne meşandin kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Hevşaredaran kirin. Digel vê yekê, wan gilî û hêviyên xwe yên derbarê pirsgirêkên veguhestinê, paqijiya hawîrdorê û dagirkirina peyarêyan de ku rasterast bandorê li ser jiyana rojane dikin, ragihandin. Hevşaredaran destnîşan kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên hatine vegotin dê yekîneyên têkildar werin wezîfedarkirin û xebatên pêwîst werin destpêkirin. Hevşaredaran bal kişandin ser girîngiya kirina erkên her kesî û tekez kirin ku dê ragihandina di navbera şaredarî û esnafan de bi awayekî domdar bidome.

Esnafan herwiha li ser bandorên krîza aborî nêrînên xwe parve kirin û ji ber sepana Xwaringehên Gel ên Şaredariya Bajarê Mezin kêfxweşiya xwe anîn ziman. Wan daxwaz kirin ku li Kolana Nazim Hîkmet, ku xwendekar lê zêde ne, Xwarinegehek Gel were vekirin û diyar kirin ku ev xizmet ji bo esnafên kolanê û gelê herêmê pêwîstiyek girîng e.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery