Print this page

Xizmeta 'Çareseriya Di Cî De' veguhestin taxan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî têgihiştina rêveberiya gel-navend, ji bo ku zêdetir bigihîje welatiyan û kanalên ragihandinê bihêz bike, xizmeta “Çareseriya Di Cî De” veguhestin taxan.

Tîmên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re, bi xebatên meydanî yên ku li navçeyên Baglar, Kayapinar, Yenîşehir û Sûrê dimeşînin, armanc dikin ku gel rasterast bikaribe bigihîje şaredariyê. Di vê çarçoveyê de tîman li Taxa Kabî ya Sûrê xebateke agahdarkirinê li dar xistin û bi welatiyan re hatin cem hev.

Di xebata li Kabîyê de, tîman kargeh yek bi yek ziyaret kirin, guhdarî daxwazên welatiyan kirin û li gorî hewcedariyên wan li cihê xwe dest bi pêvajoyên çareseriyê kirin. Broşûrên agahdarkirinê yên hatine amadekirin bi zimanê Tirkî, Kurmancî û Kirmanckî gihîştin welatiyan, her wiha daxwazên ku hatine ragihandin jî hatin tomarkirin û armanc hat kirin ku pirsgirêk li meydanê bi lez û rasterast werin çareserkirin.

Kanalên ragihandinê yên şaredariyê ji welatiyan re hatin nasandin

Tîman bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin 7 roj 24 saetan xizmetê dide û diyar kirin ku welatî dikarin bi telefona xeta ALO 153 an jî bi xeta WhatsAppê ya bi jimareya 0412 153 00 00 ve bigihîjin şaredariyê.

Di çarçoveya xebatê de, xeta ALO Şidetê 444 36 21 jî hat nasandin û agahî hat dayîn ku jin kengî hewcedar bin dikarin bi ewlehî piştgiriyê wergirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery