Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî vekirina Navenda Jiyana Bê Gluten bû ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve hatiye pêkanîn.
Şaredariya Kayapinarê ji bo hemwelatiyên ku hesasiyeta wan a li hemberî glutenê heye, projeyeke girîng pêk anî. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin (DBB), Hevşaredarên Şaredariya Kayapinarê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hemwelatî tevlî vekirina Navenda Jiyana Bê Gluten bûn, ku li Taxa Firatê hate damezrandin.
Hevşaredarên Şaredariya Kayapinarê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, di axaftina vekirinê de anîn ziman ku ew şanaziyê bi pêşkêşkirina xizmeteke nû ji gel re, bi têgihiştina xizmeta şaredariyê ya demokratîk û civakî, dikin. Hevşaredaran destnîşan kirin ku ew di hewldana çareserkirina bendewariyên gel de ne û piştrast kirin ku ew ê xebatên xwe yên gihîştina zarok, jin, kal, astengdar û hemû beşên civakê û pêşkêşkirina xizmetê bidomînin.
Navend hate vekirin
Piştî axaftinan, Hevşaredaran rîbon birrîn û bi awayekî fermî Navenda Jiyana Bê Gluten vekirin. Dû re Hevşaredaran serdana navendê kirin û derbarê projeyê de agahî girtin.
Werger: Omer Dilsoz