Print this page

Xwendekarên zanîngehê li qadê teknîkên kesixandinê fêr bûn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, perwerdehiya kesixandina dar û deviyan û birîna çîmê ya pratîk pêşkêş kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo xwendekarên Bernameya Çandiniya Baxçeyan a Dibistana Pîşeyî ya Çandiniyê ya Zanîngeha Dîcleyê, di çarçoveya dersên “Teknîkên Kesixandinê û Destpêka Nebatên Baxçeyan” de, çalakiya sepandinê organîze kir. Perwerdehî li Parka Kembera Kesk a li navçeya Kayapinarê hate lidarxistin, ku Seroka Beşê Dr. Aynur Sadak Turhan jî beşdarî wê bû.

Di çalakiya ku xwendekarên salên 1 û 2yemîn ên Bernameya Çandiniya Baxçeyan tê de bûn, teknîkên kesixandinê yên berfireh ji aliyê tîmên pispor ên di warê xwe de, bi awayekî praktîk hatin nîşandan.

Her wiha, di perwerdeya sepandinê ya ku li kampusa Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan hate kirin de, xwendekar li ser alavên ku di kesixandinê de têne bikaranîn (wek meqesên qelemkirinê, zerrîç, hwd.) bi berfirehî hatin agahdarkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery