Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 3’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Astengdaran de dest bi xebatên hişyariyê kir.
Destpêka çalakiyên 3’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Astengdaran, ku bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran hate lidarxistin, Stadyuma Amedê bû. Di maça ku Amedsporê tîma Eroksporê kir mêvan, Serokatiya Daîreyê pankarta bi nivîsa “Ji bo astengdaran jiyaneke nû mimkûn e” li stadyumê darda kir. Lîstikvanên Amedsporê jî bi heman pankartê derketin qadê û piştgiriya xwe nîşan dan.
Bi organîzasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, di merasîmê de zarokên astengdar bi lîstikvanan re derketin qadê.
Xebata standê ya berî maçê
Berî maçê, tîmên ku di nava Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran de dixebitin, li ber deriyê stadyumê stand vekirin. Derbarê xizmet, proje û mekanîzmayên piştgiriyê yên şaredariyê yên ji bo astengdaran, agahî dan alîgiran.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 3’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Astengdaran de, dê hefteyekê li seranserê bajêr çalakiyên cur bi cur pêk bîne.
Werger: Omer Dilsoz
