Print this page

Razên keleha Zerzevanê li Muzeya Bajêr hatin axaftin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya “Hevpeyvînên Bîra Çandî” de, bi sernavê “Ji Garnîzonên Leşkerî Heta Qadên Pîroz: Qesra Zerzevanê û Baweriyên Nepenî yên Romayê” hevpeyvînek li dar xist.

Muzeya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa, ku girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ye, mazûvaniya hevpeyvîna dawî ya ku di çarçoveya “Xebatên bîra çandî” de hat lidarxistin, kir. Di hevpeyvîna bi sernavê “Ji Garnîzonên Leşkerî Heta Qadên Pîroz: Qesra Zerzevanê û Baweriyên Nepenî yên Romayê” de ku Arkeolog Doktorant Şivan Ayus û Arkeolog Doktorant Fatma Durma beşdar bûn, derbarê avahiya leşkerî, civakî û baweriyê ya keleha Zerzevanê de agahiyên berfireh hatin parvekirin.

‘Di kolandinê de berhemên metal û cam hatin dîtin’

Di hevpeyvînê de ku gelek kesan beşdarîya wê kir, Arkeolog Doktorant Durma derbarê cih, pozîsyon û dîroka Qesra Zerzevanê de agahî da. Durma diyar kir ku li gorî bermayiyên ku di encama kolandinên ji sala 2014an ve hatine kirin de, Keleha Zerzevanê li gel garnîzoneke leşkerî, cihek bûye ku jiyana civakî tê de berdewam kiriye û perestgeha baweriya Paganîzmê ye.

Durma anî ziman ku zêrên jin û zarokan û berhemên din ên ku di kolandinê de hatine dîtin, li Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê tên nîşandan û got, "Berhemên metal û camê yên ku di jiyana sivîl de hatine bikaranîn, ne yên leşkerî hatine dîtin."

Arkeolog Fatma Durma, qala dêra mezin a ku di serdema Mesîhiyeta destpêkê de di kolandinên Zerzevanê de hatiye çêkirin, kir û got: “Ev der ewilî gora 3 kesan bû ku dihate fikirîn ku girêdayî leşker an rêveberên payebilind in. Motîfên xaçê, nîş û nivîseke ku dihate fikirîn ku beşa Încîla Aramî ye û her du aliyên wê hatine traşkirin û ji bo ayînê hatiye amadekirin, hate dîtin.”

‘22 perestgehên Mîthrasê hene’

Arkeolog Doktorant Şivan Ayus jî bal kişand ser baweriya Paganîzmê ya destpêka Romayê û diyar kir ku ev der, navenda îbadetê ya li derve (open-air temple) ya Perestgeha Mîthrasê bûye û hatiye veguherandin bo qada ayînê. Ayusî got, li seranserê cîhanê ji Sûriyeyê heta Londonê 22 perestgehên Mîthrasê hene û li Tirkiyeyê jî du Perestgehên Mîthrasê hene.

Ayus diyar kir ku di kolandinên sala 2016an de avahiya binerdî derketiye holê û di sala 2017an de jî mekanê sereke derketiye holê û got: "Her ku mekanên cuda derdikevin holê, her perçeyek puzzleê temam dike. Hê tenê ji sedî 1ê kolandinan hatiye kirin û dê ev kolandin sed saleke din jî berdewam bikin."

‘Zerzevan ket Lîsteya Demkî ya UNESCOyê’

Ayus her wiha anî ziman ku Keleha Zerzevanê piştî sala 2020an ketiye lîsteya demkî ya UNESCOyê û ji bo têxistina lîsteya daîmî jî lêkolînên destpêkê hatine kirin. Ayus diyar kir ku dema ku dest bi kolandinê kirine, gihîştina qada kolandinê pir dijwar bûye û digel xebatên di şert û mercên zehmet ên 58 pileyî yên havînê de, wan kêfxweşiya derxistina tiştên 3 hezar sal berê li holê jiyane.

Hevpeyvîn bi beşên pirs û bersivan bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery