Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca vegotina rola diyarker a malbatê ya di serkeftina akademîk a zarokan de û ji bo avakirina hawîreke fêrbûnê ya piştgir li malê, semînerek bi mijara "Di Serkeftinê de Rol û Helwesta Malbatê" li dar xist.
Di semînera ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin de, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, mamoste û gelek dêûbav amade bûn. Bername ji aliyê Midûriyeta Şaxa Perwerdehiya Ciwanan ve hat organîzekirin û Mamosteya Rêberiyê Ece Asmîn Guler pêşkêşî kir. Guler di pêşkêşiya xwe de li ser sernavên "Rola malbatê ya di perwerdeyê de, adetên dersxebitîna li malê, motîvasyon û helwesta erênî, dîsîplîn û berpirsyarî, hevkariya bi yekeya rêberiyê re" sekinî.
'Em ê di warê perwerdeyê de nirxekî zêde li bajêr bikin'
Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman ku di semînerê de axivî, diyar kir ku wan xwendekar xistine navenda xebatên xwe. Saman destnîşan kir ku perwerde pêvajoyeke demdirêj e û ev tişt gotin:
“Serkeftina perwerdeyekê, di malbateke demokratîk de, bi bûyîna perçeyekî vê perwerdeyê ya malbatê pêkan e. Îro hevdîtina me ya ewil e, lê bi vê sînordar namîne. Di tevahiya pêvajoyê de em ê der barê ezmûn û serkeftina xwendekaran de, bi beşdariya we ya çalak jî agahdarkirinên bi pergal pêk bînin. Em bawer dikin ku di dawiya salê de em ê hemû bi hev re nîşan bidin ku me di warê perwerdeyê de nirxekî zêde li vî bajarî kiriye. Di bin banê Akademî Sûrê de em ne tenê guh didin amadekariya ezmûnan, her wiha em ê girîngiyê bidin pêşveçûna kesayetî ya xwendekaran a bi çalakiyên çand û hunerê jî. Her wiha bi xebatên rêberiyê yên ji bo we û xwendekaran em ê her tim li cem we bin.”
'Me 66 milyon TL piştgiriya perwerdeyê da 6 hezar û 630 xwendekaran'
Saman diyar kir ku piştgiriya wan a ji bo perwerdeyê encamên şênber daye û axaftina xwe wiha qedand:
“Hêviya me ew e ku piştî pêvajoyeke serkeftî ya ezmûnê, bi piştgiriyeke baş a rêberiyê xwendekarên me li zanîngehên baş bi cih bibin û gava dest bi zanîngehê bikin jî em piştgiriya xwe bidomînin. Em soza vê didin, ji ber ku di pratîka xwe de jî em vê dikin. Hefteya borî me ji bo 6 hezar û 630 xwendekarên ku li nifûsa vî bajarî qeydkirî ne û zanîngeh qezenc kirine, teqsîta yekem 10 hezar lîre, bi giştî 66 milyon lîre razand hesabên wan. Em ê teqsîta duyem jî di meha Sibatê de li hesabên xwendekaran zêde bikin. Em ê van xwendekaran li zanîngehan bi cih bikin û piştre jî em ê li cem wan bin. Têrê dike ku hûn malbat ji me bawer bikin û pişta xwe bidin me. Bi mamosteyên me re hevkariyê bikin, guh bidin zarokên xwe, wan biparêzin û her cure pirsgirêkan bi me re parve bikin.”
Semîner, piştî beşa ku dêûbavan daxwaz, pêşniyar û nêrînên xwe anîn ziman, bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz