Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di nav hefteyekê de ji 486 xwendekarên 8 dibistanan re perwerdeya hişmendiya trafîk û jîngehê da.
Di Parka Perwerdehiya Trafîkê ya Zarokan a girêdayî Serokatiya Daîreya Zabitayê de, di navbera 19-25ê Mijdarê de ji 486 xwendekarên 8 dibistanan re perwerdeya trafîkê ya berfireh hat dayîn. Xwendekarên ku di çarçoveya bernameya ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ve hatibû amadekirin de serdana parka perwerdeya trafîkê kirin, bi aşkereya tîmên pispor tevlî perwerdeyên teorîk û pratîk bûn. Di perwerdeyên ku xebatkarên pispor tê de cih girtin de, rêgezên trafîkê, tevgerên ewle yên peyayan, hişmendiya bingehîn a jîngehê û rêgezên ewlehiya trafîkê yên ku di jiyana rojane de divê balê bikişînin ser, ji xwendekaran re hatin vegotin.
Perwerdeya pratîkî
Di çarçoveya perwerdeyan de di hawîrdora polê de agahiyên teorîk ji zarokan re hatin dayîn, her wiha li ser mînyaturên derbasgehên peyayan, roniyên trafîkê, nuqteyên derbasbûna ewle û modelên pira peyayan ên di nava parkê de xebatên pratîkî hatin kirin. Bi vî awayî xwendekaran hem nîşanên trafîkê hem jî derfet dîtin ku hîn bibin ka wekî peya çawa tevbigerin.
Ji hemû xwendekarên ku bi serkeftî bername qedandin re, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ava fêkî û kek hatin îkramkirin û kum û fîtik hatin diyarîkirin.
Serokatiya Daîreya Zabitayê, bi armanca ku zarok di temenê biçûk de çanda trafîkê bi dest bixin, dê li gorî plansaziya dibistanan xebatên perwerdehiyê bidomîne.