Print this page

Rêveberiyên Herêmî dê li dijî tundûtûjiyê têkoşîneke piralî bimeşînin

Di daxuyaniya encamnameyê ya komxebata "Astengiyên Avahîsazî yên di Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan de Rastî û Lêgerîna Çareseriyê" de, hat destnîşankirin ku rêveberiyên herêmî dê li hember tundûtûjiya li ser jinan bi rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û aktorên din ên herêmî re koordînasyoneke bi bandor deynin û dê têkoşîneke pirlayenî bimeşînin.

Komxebata bi navê “Astengiyên Avahîsazî yên di Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan de Rastî û Lêgerîna Çareseriyê” bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a DEM Partiyê, Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê, Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê (GABB) û komeleyên jinan ve di navbera 29-30ê Mijdarê de li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin.

Komxebata ku du rojan dom kir, bi tecrûbe û berhevkirina beşdarên ji rêveberiyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan, zemîneke nîqaşê ya girîng ava kir ku aliyên civakî û siyasî yên têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan aşkere bike.

Di rûniştinên roja yekem de, pirsgirêkên gihîştinê, çavkaniyê û koordînasyonê yên ku rêveberiyên herêmî di têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan de rastî wan tên, hatin nirxandin. Di rûniştinên roja duyemîn de, polîtîkayên nûjen ên ku dikarin di têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan de bêne pêşxistin û berpirsiyariyên saziya siyasetê yên di vê têkoşînê de hatin nîqaşkirin.

Beşdaran, di beşa nîqaşa vekirî de pêşniyarên çareseriyê parve kirin, û ewan li ser vê yekê li hev kirin ku bicîanîn tenê bi zexta civakî ya xurt, helwesteke siyasî ya bi biryar û rêxistineke herêmî ya piştevaniyê pêkan e.

Daxuyaniya encamnameyê ya komxebatê hat aşkerekirin

Di daxuyaniya encamnameyê ya komxebatê de, hat destnîşankirin ku tundûtûjiya li ser jinan ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, lê encama sîstema serdestiya mêr a bi hezaran salan û newekheviya zayendî ya civakî ye ku ev yek bûye sedem ku tundûtûjî kûrtir bibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tundûtûjiya li ser jinan, wekî li ser asta gerdûnî, li welatê me jî pirsgirêkek e ku ji aliyê avahiyên civakî, nîzama aborî, normên çandî û îqlima siyasî ve hatiye teşekirin û bi awayekî sîstematîk jinan rastî cudakariyê tîne. Di vê çarçoveyê de, tundûtûjî êrîşeke domdar e li ser jiyan, cihê civakî, nasname û mafên jinan.”

Pêvajoyên veguherîna avahîsazî ya kûrtir dihewîne

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişandin ser wê yekê ku bi taybetî li herêmê, jin ne tenê rastî tundûtûjiya ku ji zîhniyeta serdestiya mêr derdikeve tên, di heman demê de rastî encamên hovane yên şîdeta dewletê û şer jî tên: “Ev nîşan dide ku pirsgirêka ku divê têkoşîn li dijî wê bê kirin, ne tenê bi tundûtûjiyê sînordar e, di heman demê de pêvajoyên veguherîna avahîsazî ya kûrtir jî dihewîne ku daxwazên wekheviya zayendî ya civakî, azadî û wekhevî di nav xwe de digire. Di vê çarçoveyê de, polîtîkayên ku di têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan de têne şopandin, divê çareseriyên berfirehtir û bi bandortir pêş bixin. Çareserî tenê bi piştgiriya jinên rastî tundûtûjiyê hatine nabe, lê bi avakirina avahiyeke civakî ya azadîxwaz û wekhevîxwaz a li ser wekheviya zayendî ya civakî pêkan e.”

Tundûtûjiya li ser jinan piralî ye

Hat destnîşankirin ku bi pêşketinên civakî, aborî û teknolojîk ên gerdûnî re, tundûtûjiya li ser jinan jî bûye pir-rêgez. Bi taybetî bi teknolojiyên nû re cureyên nû yên tundûtûjiyê derketine holê, wekî şopandina domdar û şîdeta dîjîtal. Hat gotin ku ev rewş hewcedariya guhertin û veguherandina rolên zayendî, newekhevî û normên zîhniyeta serdestiya mêr ên ku bingehên avahiya civakî pêk tînin, derdixe holê.

Girîngîpêdayîna li ser xebatên perwerdeyê û hişyariyê

Ji bo derbaskirina rolên zayendî yên kûr, divê zîhniyeta serdestiya mêr û qalibên zayendî yên civakî bên guhertin. Ji bo vê yekê, divê xebatên perwerdeyê û hişyariyê werin zêdekirin da ku hişmendiya civakî zêde bibe û jinên rastî tundûtûjiyê hatine bikaribin dengê xwe bilind bikin.

Girîngîpêdayîna li ser têkoşîna ji bo lezkirina pêvajoyên hiqûqî

Hat gotin ku kêmasiyên di pêvajoyên hiqûqî de jî yek ji astengiyên herî girîng ên têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan e. Tevî Qanûna hejmar 6284 jî, di pratîkê de pirsgirêkên cidî hene. Dirêjbûna pêvajoyên hiqûqî, çanda bêcezabûnê ya li ser faîlên tundûtûjiyê û helwesta darazê ya tawanbarkirina jinan, gihîştina jinan a edaletê asteng dike. Divê ji bo lezkirina pêvajoyên hiqûqî û zêdekirina cezakirina faîlên tundûtûjiyê têkoşîn were kirin.

Divê îradeyeke siyasî ya xurt were nîşandan

Hat gotin ku yek ji berpirsyarên bingehîn ên kûrbûna tundûtûjiya li ser jinan saziya siyasetê ye. Aktorên siyasî divê li dijî polîtîkayên dijminê jinan ên dewlet û desthilatdariya siyasî, helwesteke zelal û bi bandor nîşan bidin û ji bo parastina mafên jinan di her astê de îradeyeke siyasî ya xurt nîşan bidin.

Di nîqaşan de, kêmasiyên koordînasyona di navbera rêveberiyên herêmî, rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl de jî wekî pirsgirêkeke girîng derket pêş. Hat tekezîkirin ku girîng e koordînasyon û hevkarî di navbera saziyan de bê xurtkirin û li ser vê bingehê biryarên girîng hatin girtin.

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bal hat kişandin ser wê yekê ku rêya derbaskirina van pirsgirêkan ji avakirina civakî derbas dibe û girîng e ku ev pêvajo bi pêşengiya jinan were meşandin. Têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan tenê bi nêrîneke siyasî ya li ser bingeha demokrasî, wekhevî û azadiyê pêkan e.

Biryarên ku di komxebatê de hatine girtin

Di encama nîqaşên komxebatê de biryarên jêrîn hatin girtin:

1.Koordînasyona bi bandor bi rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û aktorên din ên herêmî re dê were dabînkirin. Ev koordînasyon dê piştgiriya jinan bi awayekî berfireh pêk bîne û dê di têkoşîna li dijî tundûtûjiyê de polîtîkayên mayînde û bi bandor deyne. Têkoşîna li dijî encamên polîtîkayên şer ên taybet (wekî tiryak, fihûş, xizanî, koçberiya bi darê zorê) dê bibe rojnameya pêşîn a vê koordînasyonê.

2.Ji bo zêdekirina hişmendiya civakî ya der barê tundûtûjiya li ser jinan de, kampanyayên ku hemû beşên civakê di nav xwe de digirin û bernameyên perwerdehiyê dê bêne lidarxistin.

3.Bi taybetî li qadên gundewarî, gihîştina xizmetên têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan dê were zêdekirin. Şaredarî dê binesaziya pêwîst ava bikin da ku jinên rastî tundûtûjiyê hatine bi hêsanî bigihîjin stargeh, piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî.

4.Bi perspektîfeke ku aboriya jinan xurt bike, li dijî polîtîkayên xizankirina jinan, xebatên berfireh ên li ser aboriya komunal dê werin meşandin.

5.Ji bo hêsankirina lêgerîna edaletê ya jinên rastî tundûtûjiyê hatine, hevkarî bi saziyên hiqûqî re dê were xurtkirin ji bo lezkirina pêvajoyên hiqûqî û zêdekirina cezayên li ser faîlên tundûtûjiyê.

6.Xebatên pir-rêgez dê werin kirin ji bo geşkirina hişmendiya xweparastinê di her qada jiyanê de û armanckirina avakirin û bicihanîna peymana civakî ya jinan.

7.Ji bo xurtkirina aborî ya jinan, polîtîkayên ji bo dabînkirina derfetên perwerde, kar û karsaziyê dê werin hilberandin û bernameyên teşwîqê dê bên amadekirin. Polîtîkayên civakî yên wekî vekirina kreş, zarokistan û navendên lênêrîna kal û pîran dê werin berfirehkirin ku barê lênêrînê yê di nava malê de tenê li ser milê jinê nemîne.

8.Navendên jiyanê yên ku jin tê de dikarin xwe îfade bikin, piştgiriyê bidin hev û xwe bi hêz bikin dê bên zêdekirin û stargeh dê bibin qadên jiyana azad.

9.Ji bo derbaskirina zîhniyeta serdestiya mêr a ku çavkaniya pirsgirêkên civakî ye, bi perspektîfa jineolojiyê perwerdeyên berfireh dê werin kirin. Her wiha malbata demokratîk dê bibe navenda veguherîna civakî di çarçoveya têkoşîna li dijî şîdeta nav malbatê de.

10.Berfirehiya çandî û pirralîbûna erdnîgariya me li ber çavan bigirin, dê hemû xebat bi zimanê zikmakî bêne kirin.

11.Polîtîkayên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên jinên penaber û koçber dê werin hilberandin û gihîştina wan a xizmetan dê were dabînkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery