Print this page

Heşaredar di çalakiya piştevanîyê de bi welatiyan re hatin cem hev

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di şîva piştevanîyê ya ku ji aliyê Rêxistina DEM Partî ya Bajêr a Amedê ve hatibû lidarxistin de bi welatiyan re civiya.

Rêxistina Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, bi dirûşma “Em bi hev re xurt in, bi hev re em ê bi ser bikevin” li eywaneke dawetê ya bajêr şîva piştevanîyê li dar xist. Ji bilî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlementer, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Bajêr Rûçem Vefa Elyakût, Hevberdevkên Meclîsa DBB Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl û welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û pêşhatên di rojevê de nirxandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery