Ji Hevşaredaran serdana OSB’yê

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana rêveberiya Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) kirin û der barê derfetên veguhastina bajêr û pêdiviyên di qada îstîhdamê de hevdîtineke berfireh pêk anîn.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Lijneya Rêveberiya OSB’yê Mustafa Fîdan û endamên lijneya rêveberiyê ziyaret kirin. Hevşaredar, piştî pêşwazîkirinê bi rêveberiya OSB’yê re hevdîtinek pêk anîn.

Hevşaredaran di hevdîtinê de bal kişandin ser girîngiya mijara veguhastinê. Hevşaredaran diyar kirin ku veguhastina nava bajêr û barê trafîkê her ku diçe zêde dibe û anîn ziman ku xebat didomin da ku xeta rêhesinî ya heyî di veguhastina nava bajêr de were nirxandin. Hevşaredaran destnîşan kirin ku xeta banliyoyê ya ku ji Palûkê dest pê dike û heta Erxeniyê dirêj dibe potansiyeleke cidî dihewîne û gotin ku ji bo ev xet di veguhastina nava bajêr de were entegrekirin, bi midûriyetên têkildar re hevdîtinan dimeşînin. Hevşaredaran anîn ziman ku piştgirîkirina projeyê ji aliyê OSB’yê ve, dê di warê veguhastinê de rehetiyeke girîng peyda bike.

Rêveberiya OSB’yê jî bal kişand ser pirsgirêkên ku di mijara hêza kar a bi kalîte de li bajêr têne jiyîn. Endamên lijneya rêveberiya OSB’yê, tekez kirin ku divê xwedî li ciwanan û bajêr derketin û îşaret bi girîngiya xebatên hevpar kirin ji bo bihêzkirina îstîhdamê.

Di dawiya serdanê de Serokê Lijneya Rêveberiya OSB’yê Mustafa Fîdan, taximeke fîncanên sifir ên nexşandî diyarî Hevşaredaran kir.

Di hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk bi Hevşaredaran re bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31