Fîlma Yilmaz Guney a bi navê "Yol" (Rê) ku di şert û mercên leşkerî yên giran ên 12’ê Îlonê de hatiye kişandin, sembolên (îmge) berxwedana bêdeng ên kesên li herêmê heta îro tîne. Pêşangeha RÊ/YOL van sembolan azad dike û rûyê dîrokê yê nedîtî derdixe pêşberî temaşevanan.
Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêşengiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê, 3. Mîhrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dest pê dike ku wê hefteyekê bidome. Mîhrîcan, ku wê 84 fîlmên ji sînemaya Tirkiye û cîhanê di cureyên dirêj, kurt û belgefîlm de werin nîşandan, wê ji bilî hilbijartina xwe ya berfireh a fîlman, mazûvaniya çalakiyeke taybet a balkêş jî bike. Ev jî wê bibe pêşangeha fîlma "Yol"ê ya Yilmaz Guney ku bi salan di bîranînan de hatiye neqşkirin, bi çîrok û zimanê xwe yê sînemayê nûjeniyê diparêze û ji gelek sînemageran re bûye îlham.
Çîrokeke sirgûnê
Xala destpêkê ya pêşangehê, pirtûka Edî Hubsmîdt, ku hilberînerê fîlma Kaktus a Zûrîhê ye, bi navê “Yol-Çîrokeke Sirgûnê” bû. Hubsmîdt, ku di sala 1980’an de di nav plankerên reviyana ji girtîgehê ya Yilmaz Guney û kesên wekî Nîhat Behram û Canan Gerede yên di Girtîgeha Ispartayê de bûn, cih girt, vê pêvajoya serpêhatî û piştî hilberîna li Parîsê, rêwîtiya fîlmê heta Mîhrîcana Fîlman a Cannesê bi wêneyan vedibêje. Pirtûka ku şert û mercên jiyan û xebatê yên derhênerekî sirgûnkirî belge dike, bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Almanî hatiye çapkirin.
Komîteya mîhrîcanê Hubsmîdt wekî Mêvanê Rûmetê yê mîhrîcanê vexwend. Her çend Hubsmîdt vexwendin qebûl kir jî, ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê hemû bernameyên xwe heta dawiya Kanûnê betal kir, lewma wê nikaribe beşdarî mîhrîcanê bibe.
16 hunermendan “Yol” ji nû ve şîrove kir
Kuratorên pêşangehê Mahmut Wenda Koyuncu û Remzî Sever, ku ji pirtûkê îlhama xwe girtine, pêşniyar kirin ku pêşangeh ne tenê belgeyî be, divê hunermendên ciwan jî bi berhemên xwe beşdar bibin. Li ser vê yekê 16 hunermendan fîlma Yol ji nû ve temaşe kirin û sembola ku fîlm di wan de ava kiriye veguherandin berhemên hunerî.
Ji bilî van berhemên ku di dîsîplînên cuda yên wekî wênegirî, vîdeo û resim de hatine hilberandin, dîmenên ji fîlma Yol û wêneyên ji pirtûka Edî Hubsmîdt jî wê di pêşangehê de cihê xwe bigirin.
Navên ku berhemên wan di pêşangehê de cih digirin
Navên ku berhemên wan di pêşangehê de cih digirin ev in: Ahmet Karabulak, Baran Guven, Berat Işik, Berfîn Çetîn, Cansel Deveci, Damla Yildarî, Dîlan Cûdî Sarûhan, Ela Saçkin, Emre Samanci, Ergîn Kaya, Fevzî Koyuncu, Hasan Ankût, Îlknûr Çayir, Leyla Kalkan, Murat Gok, Nûşen Ozûn, Sevgî Sariyildiz, Sîdar Bakî, Sûat Yakût û Velî Mert.
Rizgarkirina sembolan
Pêşangeha RÊ/YOL, ku ji fîlmê Yol îlhama xwe girtiye, berhemên hunermendên ciwan ên ku li Amedê dijîn, kedkarên çandê yên li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û hunermendên xwedî tecrube tîne cem hev. Di xebatên atolyeyê de fîlm gelek caran hatiye temaşekirin, gotûbêjkirin û li ser RÊ/YOL'a îro ramanên nû hatine hilberandin.
Armanca bingehîn a pêşangehê wekî “famkirina ku têkoşîn di heman demê de têkoşîna sembolan e” û ji nû ve xwendina sehneya fîlmê ji perspektîfek dekolonyal tê pênasekirin. Rizgarkirina sembolan wekî armanca sereke ya pêşangehê derdikeve pêş.
Deriyekî nû ji bîra civakî re
Ev pêşangeh ne tenê bîranîna rabirdûyê tîne bîra temaşevanan; di heman demê de tîne bîra wan ku sembol û berxwedan îro jî berdewam in. RÊ/YOL, wekî fîlmek, dîrokek û manîfestoyek berxwedanê, ronahiyê dide avakirina bîra civakî.
Pêşangeh wê di roja vekirina mîhrîcanê, di 7’ê Kanûnê de roja Yekşemê, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were vekirin.
Werger: Omer Dilsoz