Print this page

Hevşaredar Bucak: Em bi helwestek ku mafê bajêr pêş dixe tevdigerin

Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a Amedê, di bin serokatiya Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin û Encumena Bajar Serra Bucak de civiya. Di civîna ku tê de avahîsaziyên li derdora Baxçeyên Hevsel û Pira Dehderî hatin nirxandin de, Hevseroka Şaredariyê Bucak tekez kir ku ew bi helwestek ku mafê bajar pêş dixin tevdigerin.

Civîna meha kanûnê ya Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a Amedê, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr Serra Bucak û endamên Desteya Rêveber a Encumena Bajar beşdarî civînê bûn.

Di çarçoveya rojevê de agahdarî li ser xebatên meclîsê hatin dayîn. Piştre xalên rojevê yên bi sernavê "Avahîsaziyên li derdora Baxçeyên Hevselê û Pira Dehderî" û "Civîna 32an a Asayî ya Konseya Bajêr" hatin nîqaşkirin.

Hevşaredar Bucak: Mafê vî bajarî me bi pêş dixe

Di civînê de, Hevseroka Şaredariyê Bucak der barê avahîsaziyên li derdora Baxçeyên Hevselê û Pira Dehderî de axivî û diyar kir ku ew bi helwestek ku mafê bajar pêş dixe tevdigerin û ji bo tedbîrên demkurt û demdirêj amade ne. Hevseroka Şaredariyê Bucak ev gotin bi kar anîn: "Em ê bi vê re têkoşînê bikin. Mafê vî bajarî me bi pêş dixe."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery