Print this page

DBB bi rêbazên taybet darên nexweş tedawî dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) dest bi pêvajoyên tedawiyê bi rêbazên taybet kir da ku darên nexweş bi awayekî saxlem jiyana xwe bidomînin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan armanc dike ku bi rêbazên tedawiyê yên alternatîf û xwezayî, darên nexweş bi awayekî saxlemtir bigihîjin siberojê. Xebat, di qonaxa destpêkê de bi tespîtkirina darên nexweş hat destpêkirin.

Darên ku hatin tespîtkirin, şaxên wan yên hişkbûyî û nexweş bi teknîka "qirpîna bi şiklê bazin" hatin birrîn, ku ev teknîk bi birrîna nêzîkê qedê re astengiyekê çêdike. Dûv re, tîman birînên qedê yên ku ji ber karok, kêzik û bi taybetî kurmê qedê di bin bandora baran û ba de çêbûne, paqij kirin. Di dema paqijiyê de zirar nedane tevnê darê. Bermahiyên derketin jî hatin kîsekirin û ji qadê hatin dûrxistin da ku zirarê nedin dar û riwekên din.

Bi sûlfata mis ji bo qadên birîndar pansûman hate kirin

Piştî pêvajoyên birrîn û paqijkirinê, şilek ku bi tevlihevkirina sûlfata mis û avê hatiye amadekirin, baş li qedê daran hate zeliqandin û cebirandina (pansûmana) qadên birîndar hate kirin. Bi vî awayî, hundirê valahiyan li hember kêzik û karokan hate paqij kirin.

Modela tedawiyê di sê qonaxan de hate bikaranîn

Pêvajoyên rehabîlîtasyon û restorasyonê bi sê rêbazên cuda hatin meşandin:

Rêbaza Yekem: Rûyên darên ku piştî paqijkirinê hatin birrîn û valahî, bi macûna aşî ya parastinê hatin girtin û hewldan hat kirin ku li ser qedê darê tebeqeyek nû were çêkirin ku rê li ber ketina nexweşî û zirarê bigire.

1.Rêbaza Duyem – Veguhastina Tevnê (Doku Nakli): Di rêbaza duyemîn de, şaxên ku ji heman darê hatine girtin û bi dirêjahiya birînê re wekhev in, li qedên bi birînên vekirî hatin danîn, bi vî awayî veguhestina tevnê ya mîna aşîkirinê hate pêk anîn. Bi vê pêvajoyê re, ji nû ve avabûna qedê hate armanckirin.

Rêbaza Sêyem – Dagirtina Xwezayî bi Xwelîya Darê Berûyê: Di rêbaza sêyemîn de, materyalê dagirtinê yê ku bi tevlihevkirina xwelîya darê berûyê û benîştê hatibû amadekirin, li birînan hate zeliqandin û qapatkirin hate kirin. Bi vî awayî, hewldan hat kirin ku rûyê nû û şiklê qedê were çêkirin.

Di çarçoveya serlêdanê de, ji bo darên pelweşîn (pelreş), dê di pêvajoya pêş de ava bordo bulamacî were sepandin û di demsala biharê de dê gubre were dayîn da ku kok û qedên daran bi hêz bibin.

Yekem serlêdan li baxçeyê fêkiyan hate kirin

Endazyarê Daristanan Emîne Atay Kabar, ku di Daîreya Park û Baxçeyan de kar dike, derbarê xebatên hatine kirin de agahî da û got ku wan ferq kiriye ku di darên Baxçeyê Fêkiyan ê li navçeya Kayapınarê de gelek sal in kêzikek zirarê dide. Kabar destnîşan kir ku wan rêbaza têkoşîna li dijî vê kêzikê bi hatina payîzê re dest pê kiriye û wan rêbaza têkoşînê ya sê-qonaxî li dijî zindiyên ku zirarê didin darê esas girtiye.

'Pêşî me şaxên rizîyayî qerfandin'

Kabarê wiha got: "Di xebatê de, me qonaxa yekem bi qirpîna şaxên rizîyayî pêk anî. Me rêbaza dezenfektanê bi sûlfata misê (tûtya) ku qonaxa me ya duyemîn e, kir. Dû re me qadên ku tê de deriyên kêzikan hebûn bi pêvajoya macûnkirinê girtin. Me rêbazek aşîkirinê ya ku dê ji nû ve avabûna qedê peyda bike, ku jê re dibêjin aşîkirin, kir. Di rêbaza sêyemîn de, me xwelî û benîşt tevlihev kirin û kirin macûn. Me bi wê jî qadên birîndar ên daran girtin."

'Kok û qedên daran dê xurt bibin'

Kabar agahî da ku gava darên ku wan tedawî kirine dikevin xewa xwe, ew ê dest bi pêvajoya bordo bulamacî bikin, û anî ziman ku berî ku dar ji nû ve hişyar bibin, ew ê li derdora wan gubre bidin, û bi gubredanê dê kok û qedên daran xurtir bibin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery