Print this page

Serdanek ji nûnerê Medico International bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Endama Lijneya Rêveber a Medico International Anita Starosta, mêvandarî kir.

Anita Starosta, ku Endama Lijneya Rêveber a Medico International e, rêxistineke navneteweyî ya mafên mirovan û alîkariya mirovî ye ku navenda wê li Almanyayê ye, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

Hevşaredara Şaredariyê, Serra Bucak, piştî pêşwaziyê, bi Starosta re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de, der barê piştgiriyên ku ji bo saziyên li qadê piştî erdhejê xebat kirine hatine dayîn û çalakiyên Starosta yên di vê pêvajoyê de de agahî hatin parvekirin.

Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên li ser rêveberiya karesatan û piştevanî-hevgirtinê jî hatin nirxandin.

Her wiha di hevdîtinê de li ser qadên hevkarî yên mimkun ên ji bo xurtkirina torên hevgirtinê, zêdekirina kapasîteya amadehiyê ya li hemberî karesatan li asta herêmî û pêşxistina hevkariya navneteweyî hat rawestîn.

Hevşaredar Bucak, kêfxweşiya xwe ji ber serdana Starosta anî ziman û spas kir.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery