Perwerdeyên serhêl ên Bernameya Bajarên Jindost dest pê kirin

Li gorî qonaxa sêyemîn a Bernameya Bajarên Jindost (KDK III), Perwerdeyên Serhêl ên Qonaxa-1 a KDK bi beşdariya yekîneyên şaredariyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl (RCS) dest pê kirin.

Perwerdeyên Serhêl ên Qonaxa-1 a KDK, ku li gorî qonaxa sêyemîn a Bernameya Bajarên Jindost (KDK III) hatibûn amadekirin, duh dest pê kirin.

Perwerde, ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ku koordînasyona herêmî ya KDK dimeşîne, û Pispora Wekheviya Herêmî ya UNFPA, Roza Erdede Şaraldi, ve hatibû organîzekirin.

Perwerde li Salona Civînê ya Encûmenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat.

Ji şaredariyê, Midûrên Şaxa ji daîreyên pêwendîdar, di nav de Seroka Daîreya Nivîsar û Biryaran Muhabbet Erdogmuş û Seroka Daîreya Çavkaniyên Mirovî ya DÎSKÎ Kezîban Demîr jî beşdar bûn.

Her wiha rêxistinên civaka sivîl (RCS) ên di Grûba RCS a KDK de cih digirin, wek Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî (SHUDER), Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Wêje, Huner û Çanda Jinan (KASED), Weqfa KAMER, Komeleya Pêşî Zarok û Komeleya Edaletê Ji Bo Zarokan (ÇÎAD) beşdar bûn.

Mijarên ku hatine nirxandin

Di roja yekemîn a perwerdeyê de, mijarên wekî "Danasîna Bernameya Bajarên KDK" û "Hevkarîyên Şaredarî û RCS di Çarçoveya Bernameya Bajarên Jindost de" hatin destgirtin. Di perwerdeya ku îro dewam kir de jî, pêşkêşiyên li ser sernavên "Nêrînek Giştî Li Ser Têgîna Wekheviya Jin û Mêr" û "Wekheviya Jin û Mêr di Qanûnên Navneteweyî û Neteweyî de" hatin kirin.

Armanc piştgiriya teknîkî ye

Bi Perwerdeyên Qonaxa-1 a KDK re, armanc ew e ku di çarçoveya Bernameya KDK ya ku bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û UNFPA ve tê meşandin de, ji bo pêşxistina Planên Çalakiya Wekheviya Herêmî (YEEP) piştgirîya teknîkî bê dayîn.

Armanc ew e ku ev perwerde ne tenê kapasîteyên sazî yên rêveberiyên herêmî xurt bike, lê di heman demê de beşdarî kapasîteyên teknîkî yên rêxistinên civaka sivîl ên ku Grûba RCS a KDK pêk tînin, di warê wekheviya herêmî de jî bibe.

Tê fikirîn ku ev perwerdeyî gaveke girîng e ku RCS di pêvajoyên plansazî, bicîhanîn, şopandin û nirxandina YEEP ên di pêşerojê de beşdarbûneke çalakir nîşan bidin û bi mekanîzmayên wekheviya herêmî re hevkariyên bihêztir ava bikin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31