Print this page

Hevşaredaran serdana esnafên Semta Ofîsê kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Yenîşehirê Semta Ofîsê serdana esnafan kirin û li daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, digel endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Abdulselam Înceoren, Mahmut Yokuş û Denîz Yalçin, û Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, li navçeya Yenîşehirê, li Kolanên Gevran û Yaşar Kemal (Ekîncîler) ên Semta Ofîsê serdana esnafan pêk anîn.

Esnafan daxwazên xwe anîn ziman

Hevşaredaran li cihê wê li pirsgirêk û daxwazên esnafan guhdarî kirin û bi wan re gotûbêj kirin. Esnafan bal kişandin ser wê yekê ku divê li dijî zêdekirina bihayên (fahiş) hin karsazan li dora Pira Dehderî rêzikname bê çêkirin û daxwazên xwe yên derbarê paqijî, konteynerên çopê, lambeyên trafîkê, peyzaj, bankên rawestgehan, sîstema rêhesinî û projeyên ji bo ciwanan anîn ziman.

'Em xebatên we dibînin, em li gel we ne'

Esnafan diyar kirin ku ew xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ên ji bo gelê bajêr hêja dibînin û gotin: "Em ji we razî ne, em xebatên we dibînin. Em her dem li gel we ne û piştgirî didin we."

Hevşaredar Bucak: Tespîta li cih ji bo me girîng e

Hevşaredara Serra Bucak, ku daxwazên esnafan tomar kir, bal kişand ser girîngiya bertekên ji qadê yên ji bo hilberîna xizmetê û wiha axivî: "Heke hûn razî bin, em jî razî dibin. Em hewl didin ji bo vî bajarî xizmetê hilberînin û ya herî baş bikin, tespîtkirina kêmasiyan ji bo me gelek girîng e. Em li ser pirsgirêkan agahdar in, lê divê em hûrgiliyan li cihê wê bibînin û çareser bikin."

Hevşaredar Hatun: Em ji bo bajarê xwe dixebitin

Hevşaredar Dogan Hatun jî tekez kir ku xebatên li bajêr bi biryardarî dê bidomin û got, "Em ji bo bajarê xwe dixebitin." Hatun herwiha bal kişand ser mijara paqijiyê û anî ziman ku adetên paqijiyê li bajêr têra xwe bi cih nebûne û got, wan di vê mijarê de protokol îmze kirine û xebatên hişyarkirin û perwerdehiyê didomînin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery