Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Serokê Klûba Diyarbakirsporê Bedrî Ridvan û endamên desteya rêveber ezimandin.
Serokê Klûba Diyarbakirsporê Bedrî Ridvan û endamên desteya rêveber, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Serra Bucak, bi Ridvan û şandeya pê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de der barê rewşa Diyarbakirsporê de danûstandina fikran hat kirin.
Hevşaredar Bucak a ku kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman, ji rêveberên Klûba Diyarbakirsporê yên ku di kongreya meha borî de hatibûn hilbijartin re serkeftin xwest.
Di dawiya hevdîtinê de Serokê Klûba Diyarbakirsporê Bedrî Ridvan, formayeke Diyarbakirsporê diyarî Hevşaredar Bucakê kir.
Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û Serokê Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê Baran Yilmaz li gel Hevşaredar Bucakê bûn.
werger: Omer Dilsoz
